Rîtma çiyê ya gerîla Tolhildan

Delîl Tolhildan ku beriya şoreşa Rojava di nav xebatên çand û hunerê de bû got ew dixwaze xeyala hevrêyên xwe yên şehîd pêk bîne û domand, ‘’Peywira min e ku ez li nirxên Hozan Mizgîn, Şehîd Sefkan afirandine xwedî derkevim’’.

Yek ji gerîlayê HPG’ê Delîl Tolhildan 1995’an li Bakurê Sûriyê li Hesekê jidayik dibe. Tolhildan beriya Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê di nav xebatên çand û hunerê de cih digire, ji 2014’an û vir de li çiyayên Kurdistanê hem gerîlatiyê û hem jî doktoriyê dike.

Gerîlayê HPGê Tolhildan çîroka xwe ya ji Bakurê Sûriyê dest pê dike û digihije Zapê wiha dibêje: ‘’Malbata min ne welatparêz bû. Hevalên min ên dibistanê bi huner û çandê re dilebikîn, resm çêdikirin. Ez jî di 11 saliya xwe tevlî xebatên çand û hunerê bûm. Piştre hêdî hêdî hişmendiyek çêbû, vê kir ku ez hez ji xebatê bikim û pê ve werim girêdan. Mmalbata min li dij vê bû, ji bo vê jî min ji wan vedişart.’’

BI ŞOREŞA ROJAVA RE TÊKILIYA MIN A BI HUNERÊ RE ZÊDETIR BÛ

Tolhildan dibêje piştî Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê meyla wî ya li ser çand û hunerê zêdetir bûye û di vê mijarê de hewcehiyên meztir derketine holê û didome, ‘’Ji destpêka şoreşê ve çand û huner pir bipêş ket. Qada wê ya bandorkirinê berfireh bû. Derfetên perwerdehiyê zêde bûn. Bi vê derfet çêbûn ku çanda Kurdan baştir nas bikim. Di van xebatan de herî pir min hez dikir resman çêbikim. Jixwe bi çêkirina resman min dest bi xebatên çand û hunerê kir.’’

Gerîlayê HPG’ê Tolhildan behsa giringiya xebatên hunerê kir û got, ‘’Hevrêyên pir hêja hebûn. Gelek keda Heval Delîl, heval Evdilsemet,  Brûsk Hesekê di vê xebatê de heye. Herî pir hevrêyê ku bandor li min kirî Şehîd Delîl bû. Li sazê û gîtarê dixist, li gel vê, dengê wî jî zehf î xweş bû. Bi moral û kelecaniya xwe hemû derdora xwe dilxweş dikir. Ji ber bandor û keda wî min navê wî li xwe kir. Saza min, gotina min, li bara wî çi qasî kêm bimîne jî min xwest xeyalên wî liv ir pêk bînim.’’

 ‘JI MIN WEYE KU JIYANA GERÎLA TENÊ BI ÇEKÊ YE’

Tolhildan dibêje her ku çanda xwe nas kiriye zêdetir bi gel ve hatiye girêdan û di encama vê de 2014’an de tevlî nav gerîla bûye û didomîne, ‘’Cara pêşî dema ku hatim çiy ji imin weye ku derfet tine ku xebatên çand û hunerî werin geşkirin’’ û wiha pê de çû: ‘’Ji min weye ku jiyana gerîla tenê bi çekê sînordar e, lê dema ku hevalan gitar ji min re anîn, ji bor esman dema ku kaxez û qelem ji min re anîn, min fêhm kir ku PKK çi giringiyê dide xebatên çand û hunerê. Wê demê mirov fêhm dike, PKK an jî gerîla tenê ne bi şer dixwaze  civaka azad ava bike, dixwaze bi pêgiribûna bi çand, huner, rêz û rêçikan dixwaze civakê ava bike. Bi vê hêza ku min ji hevrêyan girtî, zêdetir bi hunera xwe ve hatim girêdan.’’

Gerîlayê HPG’ê Tolhlildan got, armana PKK’ê ew e ku ‘dîroka winda zindî bike’’ û domand, ‘’Her civak dîroka xwe bi rêyên cuda tîne zimên. Kurdan bi çîrok û dengbêjan dîroka xwe tîne ser zimên. PKK bi têkoşînê dixwze vê dîrokê zindî bike û ji bo vê têdikoşe. Çand û hunera li nav PKK’ê geş dibe jî mînak vê ya herî berbiçav e.’’

 ‘HER GERÎLA BI XEBATÊN JI DIL XEYALÊN XWE PÊK TÎNE’

Gerîlayê HPG’ê Tolhildan dibêje xeyala wî ya mezin ew e ku xebatên hevalên xwe yên ku demên cuda şehîd bûne, pêk bîne û got, ‘’Ez dixwazim li nirxên ku Hozan Mizgîn, Hozan Dilovan, Şehîd Sefkan ava kirine xwedî derkevim û bi pêş ve bibim. Ev ne tenê daxwazek e, her wiha peywira min e jî.’’

Tolhildan ku li nav hemû dijwariya şer li Zapê doktoriyê dike, herî dawî got: ‘’Her çendî kêm bimînim jî di qada çand û hunerê de dixwazim xwe pêş ve bibim. Dixwazim li biîranînên hevrêyên xwe yên şehîd xwedî derkevimm û xeyalên wan bi hunera xwe nîşan bibim. Her gerîla bi xebata xwe ya bi xwestekê û li gel vê bi têkoşîna xwe xeyala xwe pêk tîne. Çiya qonaxeke girîng e..Ne tenê Kurd hemû civakên ku li azadiyê digerin li van çiyan dikarin xeyalên xwe pêk bînin.’’