Rê nayê dayîn ku gel tevlî merasîma Şengalî bibin!

Artêşa Iraqê rê nade gelê Bakurê Sûriyeyê ku ji bo tevlî merasîma endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî bibin.

Bi hezaran welatiyên Bakurê Sûriye ji bo tevlî merasîma cneazeyê Şengalî bibin ku ketibûn ser rê, li Şengalê ji aliyê artêşa Iraqê ve li bendeke ya kontrolê hatin astengkirin.

Dî hevdîtina li gel rayedarên Iraqî ya şeva Înê ku ji bo merasîma Şengalî, îor bi hezaran welatiyên Bakurê Sûriyeyê saet 15:00’an ji bo tevlî marasîmê bibin ketin ser rê, lê hate diyarkirin ku rê nayê dayîn ku derbas bibin. Bi hezaran kesên ku ji bo tevlî merasîma cenaze bibin ji gelek deverên Bakurê Sûriyeyê ketibûn ser rê, li benda kontrolê ya li Gola Xatûna ya li Şengalê ji aliyê artêşa Iraqê ve hati nastengkirin.

Di hevdîtinên li benda kontrolê ya bi rêveberan re hate kirin, rêveber dan xuyakirin ku fermana rênedayîna gel ku derbas bibin ji Bexdayê girtine.

Li ser vê gel ber bi deriyê sînor ve ketin meşê.

MALBAT BI DIRÛŞMAN VE HATIN PÊŞWAZÎKIRIN

Bi merasîmeke girseyî wê cenazeyê Şengalî bê veşartin. Ji bo tevlî merasîmê bibin ji Rojavaî Bakurê Kurdistan û Mexmûrê bi hezaran welatî ketin ser rê.

Malbata Şengalî jî ji bo tevlî merasîmê bibin gihişte Şengalê. Hevjîna Şengalî, kur, bira û malbata wî di saetên nîvroyê de gihiştin bajarokê Xanesorê yê Şengalê.

Malbat ji pêşiya Qe Laleş bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ ve hatin pêşwazîkirin. Piştre malbat bi girseyî ketin salona Qae Laleşê. Li vi sînevîzyoneke ku têkoşîna jiyana Şengalî tîne ziman hate nîşandan.

WÊ LI ŞEHÎDGEHÊ MERASÎM BÊ LIDARXISTIN

Li gel gihiştina hev a bi hezaran welatiyên ji Rojava, Başûr û Mexmûrê re, cenazeyê Şengalî hate girtin û bi konvoyeke ya westayîtan berê xwe dan Şehîdgeha Şengalê. Piştre jî wê li Şehîdgehê merasîm bê lidarxistin.