Raya Giştî ya Kurd û Nêçîrvan Barzanî

Bila Neçîrvan Barzanî bizane, yên niha stranên şer ên ji bo PKK distirên, wê paşê stranên şer ên ji bo KDP bêjin. Ji xwe gelê Kurd gotinên Erdogan ên par piştî referandûmê kiribûn ji bîr nekir; bila Neçîrvan Barzanî jî ji bîr neke!

Ne em karin weke sedsala 20'an li pirsgirêka Kurd binêrin, ne jî weke berî Şerê 3. yê Cîhanê ku li Rojhilata Navîn rû dide, nêzî pirsgirêka Kurd bibin. Îro nirxandinên weke 'Cîhan bûye gundekî gerdûnî' tê kirin. Di rewşeke wiha de ma em karin bi awayekî parçebûyî nêzî Rojhilata Navîn bibin? Nexasim, ma em karin bi awayekî parçebûyî li pirsgirêka Kurd binêrin? Çareserkirina pirsgirêka Kurd belkî di welatekî yekbûyî de naye dîtin û her parçeyek xwedî xweseriyek e, lê belê gelek aliyên ku bandorê li hev dikin, hevdû temam dikin û divê bi nêrîneke giştî were destgirtin hene. Êdî nêzîkatiyên tenê bi parçeyekî Kurdistanê re sînordar, têkoşîn û destketiyên hemû parçeyên Kurdistanê lewaz dikin.

Ya rastîn, eger em li polîtîkayên desthilatdariya AKP temaşe bikin, em ê fêm bikin ku divê Kurd di Şerê 3. yê Cîhanê de ku li navenda Rojhilata Navîn dewam dike, divê polîtîkayeke çawa bimeşînin. Desthilatdariya AKP dibîne ku Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê bi hêz bûne û ev jî wê bandorê li ser hevsengên piştî Şerê 3. yê Cîhanê, bike. Ji ber vê yekê li kû derê rêxistinbûneke Kurd, têkoşîn û destketiyeke Kurd hebe êrîş dike. Hevsengên nû yên Rojhilata Navîn wê hevgirtî be. Parçe wê bandorê li ser giştî bikin û giştî jî wê li ser rewşa parçeyan bandorê bike. Kurd li Rojhilata Navîn çiqas bi bandor bin, parçe jî wê ewqas rewşeke erênî bi dest bixin. Eşkere bû ku dewleta Tirk di dijminahiya Kurd de pêşengiyê dike û li gorî vê yekê têkoşîn û destketiyên gelê Kurd yên li Bakûrê Kurdistanê wê bandorê li ser tevahiya Kurdistanê bike.

Lê belê derdorên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê ji ber bi awayekî giştî li Rojhilata Navîn û bandora wê ya li ser Kurdan mêze nakin, xwedî nêrîneke şaş in û dibêjin qey wê rewşa Başûrê Kurdistanê û Iraqê tevahiya pirsgirêka Kurd diyar bike. An jî weke ku tenê Başûrê Kurdistanê heye tevdigerin. Hin destketiyên ku li Başûrê Kurdistanê derketiye holê, di kîjan rewşa siyasî de derketiye holê, nabînin. Bandora têkoşîna demokrasî û azadiyê ya li tevahiya Kurdistanê ya li ser afirandin û parastina van destketiyan nabînin. Ji ber vê yekê jî xizmetî wan polîtîkayan dikin ku bi xwe li dijî wan desketiyan in. Herî dawî Neçîrvan Barzanî PKK weke dagirker, Tayîp Erdogan û desthilatdariya AKP jî weke dost dît û ev yek jî vê rewşê bi awayekî eşkere nîşan dide.

Li cîhanê ti serokê dewletekî ku girêdayî nirxên demokratîk e tevlî merasîma sîstema nû ya Erdogan ku weke xeftanê padîşahan li xwe dike, nebû. Lê belê Neçîrvan Barzanî tevlî bû. Li wê slogana Tayyîp Erdogan ya 'yek dewlet, yek netewe, yek welat û yek al' ku hemû cudahiyan tine dihesibîne guhdar kir.  Tayyîp Erdogan pergala xwe ya nû bi armanca temamkirina qirkirina Kurdan û tinekirina hemû destketiyên Kurdan saz kiriye, lê belê tevî vê yekê tevlî merasîmê bûye û ev erê kiriye. Ev jî ji bo Kurdan di nav dîrokê de wê weke trajediyekê cîh bigire.

Partî û siyasetmedarên Başûrî bi pîvan û gotinên sedsala 20. tevdigerin. Ew nêzîkatiya polîtîk, tarzê rêveberî û gotinên ku di dema şerê sar de şekil girtine, li derveyî demê mane. Hîn jî bi têgihiştineke otorîter dibêjin, 'Ez çi bêjim bila Kurd qebûl bikin'. Lê belê her çiqas hîn temam nebûbe jî Kurd li Rojava û Bakurê Kurdistanê şoreşa demokratîk ava kirine. Hem jî ev bi berfirehî, kûrahî û girêdayî azadiya jinê pêk hatiye. Ev şoreş bandorê li ser hemû Kurdên cîhanê kiriye. Tevî vê yekê gelên Rojhilata Navîn jî ji vê şoreşa demokratîk bi bandor bûne. Niha raya giştî ya Kurd ku berî vê bi 30-40 salan nedihat dîtin heye. Êdî civakeke Kurd ku her tiştî qebûl dike nemaye. Rastiyeke gel ku xwedî pîvan e heye. Li gorî van pîvanan jî helwesta tevgerên siyasî lêpirsîn dike û helwestê nîşan dide.

Sazbûna raya giştî ya Kurd, tê wê wateyê ku aliyên siyasî yên Kurd êdî civakê li ber çavan digirin. Siyasetmedarê Kurd ku raya giştî li ber çavan nagire jî ya li paş maye an jî li çavên gel dinêre û dibêje, 'Ez li we guhdarî nakim'. Ev rastiyeke ku niha rih û şêweya fikrandina raya giştî ya Kurd û yê Neçîrvan Barzanî ji hev cûda bûne. Civaka Kurd û raya giştî ya Kurd ber bi pêş ve diçe, lê Neçîrvan Barzanî di cihê xwe de sekinî maye. Peyvên xwe ji hestên demokratîk û neteweyî zêdetir, li gorî danûstandinên aborî tînin ziman.

Îbrahîm Tatlises, ku li Amedê li cem Tayyîp Erdogan û Mesût Barzanî rûniştibû, di dema dagirkirina Efrînê de çi gotibû, tê zanîn. Weke hemû dijminên Kurd ên li Tirkiye, sitrana 'niha Efrîn, paşê jî Minbic e' gotiye. Bila Neçîrvan Barzanî bizane, yên niha sitranên şer ên ji bo PKK distirên, wê paşê sitranên şer ên ji bo KDP bêjin. Ji xwe gelê Kurd gotinên Erdogan ên par piştî referandûmê kiribûn ji bîr nekir; bila Neçîrvan Barzanî jî ji bîr neke!

Tevî jibîrkirinê, bêhişbûn jî tiştekî gelekî xirab e. Ji ber vê yekê gotina 'Jibîrkirin xiyanet e' bi wate ye. Wisa xuya dike ku însan çawa ku di nav kapîtalîzmê de rojane dijî, rojane jî difikire. Neçîrvan jî wekî kapîtalîstekî nû peyda bûye, ji ber gelekî maddî nêzîk dibe, weke kesayetên CEO, patron an kesayeta siyasî ku kapîtalîzmê afirandiye, tenê li îro difikire. Ji xwe doh, îro û sibe ji bo civakê heye. Ji bo kapîtalîst jî tenê ew kêliya ku ku dijî heye. Belkî ji ber vê yekê Neçîrvan Barzanî jî dîroka Kurd, rastiya Tirkiye dide aliyekî li pey berjewendiyên xwe yên rojane diçe. Lê divê vê bizanin ku, civaka Kurd û raya giştî ya Kurd jî wê rastiyan bînin bîra Neçîrvan. Ji xwe tîne bîra wî…

JÊDER: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA