QSD: Cenazeyê 38 leşker û çeteyan li erdê mane

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekî nivîskî encamên êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî Efrînê eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekî nivîskî encamên êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê û şerê 24 seatên dawî eşkere kir.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye;

“EFRÎN/ NAVENDA BAJÊR

Navenda bajarê Efrînê ku hemû welatiyên sivîl lê ne ev 2 roj in bi çekên giran û balafiran bi awayekî hovane tê bombebaran kirin.

Duh saet di 19:00’an de balefirên şer destpêka bajêr li çerxeriya gundê Cûmkê êrîşek pêk anî û di encamê de ziyan bi mal û milên sivîlan bû. Îro jî saet di 10:30’an de bi çekên giran kolanên bajarê Efrînê kirin armanc û di encamê de  welatiyek şehîd bû û 4 welatiyên din jî birîndar bûn.

NAVÇEYA BILBILÊ

Artêşa dagirker a Tirkiyeyê bi balefir û çekên giran îro saet di 10:00’an de eniya gundê Şêxurzê kir hedef.  Leşker û çeteyên dagiker hewl dan li vê deverê pêşve werin, rastî bersiva şervanan hatin û şerê dijwar rû dan û di encamê de gelek çete hatin kuştin. Topbarana dagirkeran hê jî berdewam dike.

Ji ber ku êrîşkar nikaribûn li eniya gundê Şêxurzê pêşve werin bi hovîtî gundên Zêtûnakê û Duraqliya topbaran kirin, her wiha li aliyê din jî balafiran ev herdu gundên navborî bombebaran kir.

NAVÇEYA ŞERA

Artêşa Tirk a dagirker ji danê sibê ve bi balefiran êrîşî gundê Sarîncekê kir û di heman demê de komên terorîst xwestin li vê eniyê pêşve werin, rastî bersiva şervanên me hatin û şerekî dijwar qewîmî. Şer heta danê nîvro jî dewamkir û di encamê de gelek leşkerên Tirk û çete hatin kuştin.

Dezgehên çapemeniya dagirkeran di nûçeyên xwe de ragihandin ku gundê Sarîncekê di destên wan de ye û me jî evan îdîayên wan bi dîmenan derewandin.

Li eniya gundên Êzidî Baflûn, Ereb Wêran û Umera hêzên artêşa dagirker gundên navborî bi hovane êrîş kirin û heta danê sibê şer derket.

NAVÇEYA ŞIYÊ

Hemû eniyên şer li navçeya Şiyê ji şevê din heta saetên serê vê sibê ji aliyê dagirkeran ve rastî êrîşên bi çekên giran hatin.

NAVÇEYA CINDIRÊSÊ

Eniyên şer ên navçeya Cindirêsê jî ji şevê din heta niha bê navber ji aliyê dagirkeran ve bi çekên giran tên topbaran kirin û ji aliyekî din ve balefirên dagirkeran li van deveran êrîşên xwe berdewam dikin bêyî ku ti pêşketinekê bi dest xwe ve bînin.

Li gundê Hec Iskender terorîstan hewl dan pêş ve werin rastî bersiva şervanên me hatin û di encamê de ziyanên mezin bi êrîşkaran bûn.

Li gundê Dêr Belûtê hêzên me çalakiyên bi bandor pêk anîn û di navbera şervanên me û hêzên dagirker de şerekî giran rû da. Di encama şer de gelek kuştiyên dijmin çêbûn. Li gorî şervanên me piştrast kirine li vê deverê 38 cenazeyên dagirkeran hê jî li nava zeviyan in û yên din jî ber bi girên derdora gund ve reviyan.

Li gundên Mihemediyê û Dêwa artêşa dagirker gelek êrîşên hewayî pêk anîn û bi çekên giran  her du gundên anvborî hedef kirin û di navbera şervanên me û dagirkeran de şerê li herêmê hê ji didome.

Li gundê Axçelê ji duh heta niha di navbera şervanên me û leşkerên Tirk û terorîstan de şerekî giran heye. Şervanên me du êrîşên dagirkeran şikandin.