Prof. Tûrgay: Divê Kurd pêşî xwedî li mafên xwe derkevin

Profesorê îlahiyatê Nûrettîn Tûrgay got, zalim û durû taybetmendiya maf, hiqûq, edalet û aştiyê ya Îslamê ji nedîtî ve tên û dîn îstîsmar dikin.

Prof. Nûrettîn Tûrgay bang li Kurdên Misilman kir ên dibêjin 'Bimire Îsraîl': Kesên ku nikarin xwedî li maf û hiqûqa xwe derkevin, nikarin li yên mirovên din xwedî derkevin.

Profesorê îlahiyatê Nûrettîn Tûrgay bi wesîleya meha Remezanê ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku kesên bi bikaranîna dîn re durûtiyê dikin, pêşî li xêr û xweşiyê digirin. Tûrgay bi bîr xist ku wateya Îslamê 'sûlh' yanî 'aştî' ye û got, "Aştî bi maf, hiqûq û edlaetê dibe. Eger em ji xwe re dibêjin, 'em Misilman in', rojiyê digirin û nimêje dikin, wê wextê divê zerara me li kesî nebe. Divê em zilmê li kesî nekin. Xwedê destnîşan dike ku kuştina ruhberekî kuştina hemû mirovahiyê, rizgarkirina ruhberekî jî rizgzarkirina hemû mirovahiyê ye. Eger hûn gaveke şaş biavêjin hûn ê nikaribin bikevin ser rêyeke rast. Tenê hûn ê bikevin nava şer û xwînê."

Prof. Tûrgay da xuyakirin ku qedexekirina fikir û nêrîna mirovan tê wateya kuştina mirovahiyê û wiha dewam kir: "Cudahiya herî mezin a Îslamê ji baweriyên din ev e. Lê mixabin Misilman vê yekê bi cih nînin. Berevajî vê tevdigerin. Eger ez ji bo Xwedê nimêjê dikim û rojiyê digirim, divê nehêlim ku xwîna kesî birije, nehêlim ku neheqî li kesî bê kirin. Divê em dûrî ji şer, bi rengekî ku zerarê nedin hev bijîn. Kî cudahiyê dixe nava mirovan, mafê xwe nîne ku qala Îslamê bike. Quran û Îslam bi rengekî wekhev nêzî her kesî dibe."

Prof. Nûrettîn Tûrgay destnîşan kir ku pratîka îro ya Misilmanan li hiqûqa rastî ya Îslamê nayê û got, "Yên ku îro radibin dibêjin 'Bimire Îsraîl' divê vê yekê baş zanibin; Nifûsa Îsraîlê li gorî nifûsa wan 0,5 ji sedî ye. Yekîtî û hevgirtin lazim e. Kurd jî di nav de. Kurd çiqasî ji xwe re dibêjin 'Em Misilman in' bila bêjin. Heta ku xwedî li xwe, maf û hiqûqa xwe dernekevin, nikarin xwedî li ya mirovên din derkevin. Çiqasî ji xwe re bêjin 'em Misilman in' jî, hiqûqa wan a Îslamê riziyayî ye. Ne rast e."