Polîsên Elman ji ber ala YPG'ê avêtin ser malan!

Li bajarê Munchen ê Elmanyayê, bi hinceta ku ala YPG'ê li medya civakî par ve kirine, polîsên Elman avêtin ser mala 2 kesan.

Di serdegirtinê de ku yekîneyên taybet jî lê amade bûn, weke "delîlên sûc" laptop, hard dîsk û telefonên destan hatin desteserkirin.

YPG, ku cîhan tev bi sempatî lê dinere, careke din derkete holê ku li Elmanyayêt bûye tirsa dilê hêzên dewletê. Duh danê sibehê saet di 06:00 de, bi hinceta alên YPG'ê, polîsên bajarê Munchenê avêtin ser mala du aktîvîstên çepgir Narges Nassîmî û Kerem Schamberger, ku hevalên hev ên li malekê ne.

Polîsên Elman, parvekirina ala YPG'ê li ser hesabê Facebookê yê Schamberger, ji bo serdegirtinê weke sedem nîşan dan. Polîsên avêtin ser malê dest danîn ser laptopê, hard dîsk, flash dîsk û telefonên destan.

BÊYÎ DESTÛRA LÊGERÎNÊ POLÎS LI NAVA MALÊ GERIYAN

Narges Nassîmî têkildarî serdegirtinê li ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyanî da û diyar kir, ku danê sibehê bi tundî li deriyê wan dane û qala kêliya serdegirtinê kir:

"Polîsan kirin qareqar û gotin, eger derî venekin ew ê bişikînin. Hê me kincê xwe baş li xwe nekir, neçar man derî vekin. Di destê polîsan de destûra lêgerînê tine bû û em li dijî vê derketin. Piştre min got ez ê biçim tiwaletê, wan jî gotin wê polîsek bi min re bê tiwaletê. Bi vî awayî li derveyî însanî û hiqûqê nêzî me bûn."

Schamberger anî ziman, ku wî jî weke bi deh hezaran kesên li Elmanayê ala YPG'ê li hesabê Facebookê par ve kiriye û ev yek ne sûc e, lê helwesteke bi rûmet e. Schamberger piştre li binê îlana lêpirsîna der heqê wan de hatiye vekirin şervanên YPJ'ê û ala YPJ'ê parve kir û helwesta polîsê Elman şermezar kir.

ALÊN YPG'Ê BI FERMANNAMEYA 2'Ê ADARÊ HATE QEDEXEKIRIN

Wezareta Karên Hundir a Elmanyayê, 2'ê Adara 2017'an fermannameyek ji eyaletan re şand û ji wan xwest, ku alên PYD, YPG, YPJ, PJAK, YXK û NAV-DEM jî di nav de al û flamayên gelek partî û saziyên Kurdan qedexe bikin. Wezaretê ev fermanname weke 'nûkirina' qedexeya li ser PKK'ê bi nav kir. PKK ji sala 1993'an û vir ve li Elmanyayê hatiye qedexekirin.