'Platforma Ziman gaveke ji bo yekîtiyê'

Nûner û siyasetmedarên Kurd ên komxebata Kurdî pêk anîn diyar kirin ku êrîşên li dijî gelê Kurd tên kirin êrîşên li hemberî hebûn, ziman û jiyana Kurdewar in. Siyasetmedaran gotin, komxebata ziman gaveke ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdan e.

Dewleta Tirk bi salan e li hemberî gelê Kurd polîtîkayên înkar û îmhayê dimeşîne û niha bi destê AKP'ê ev polîtîka hem tên kûrkirin, hem jî bi rengekî nû tê meşandin. Di çarçoveya polîtîkayên pişaftinê de bi salan zimanê Kurdî qedexe kirin, Kurd ji bo ku ziman û hebûna xwe biparêzin têdikoşin û heta niha gelek berdêl dan. Li Bakurê Kurdistanê 9 partiyên Kurdan; HDP, DBP, OSP, PSK, PDK-B, PDK-T û PAK'ê ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û yê fermî "Platforma Zimanê Kurdî" ava kirin. Û wê vê mijarê têxin rojeva Neteweyên Yekbûyî.

Platforma Zimanê Kurdî komxebata ziman li dar xist û gavên şênber avêt. Ji bo Zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê 3 komên xebatê hatin avakirin. Ev komên hatin peywîrdarkirin wê raya giştî hişyar bikin, daxwazên xwe ji hikumetê re ragihînin û li gorî peymanên navneteweyî kar bikin. Siyasetmedar û zimanzan Kurd Mulkiye Bîrtane, Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca, Alîkarê Serokê Giştî yê PDK-T Şerefxan Cizîrî û Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Bakur (PDK-B) Bora Balîng der barê kar û girîngiya komcivînê de ji ANF’ê re axivîn.

'ZIMAN STÛNEK GIRÎNG A NETEWEBÛNÊ YE'

Siyasetmedar û zimanzan Mulkiye Bîrtane da zanîn ku ziman stûneke girîng a netewebûnê ye û got, "Eger gelê Kurd weke gelên din ji aliyê neteweyên din ve tên qebûlkirin, mafên wan jî heye ku zimanê wan bê qebûlkirin. Polîtîkayên niha yên dewletê li ser vê esasê ye: 'Belê Kurd hene lê mafên wan tuneye'. Ev komcivîn jî li ser mafên Kurdan ên sereke, mafê ziman tê lidarxistin. Komcivîn dijberiyê li zimanê neteweyeke din nake. Mafê herî rewa yê Kurdane ku bikarin bi zimanê xwe xwe îfade bikin û xwe perwerde bikin."

'JI BO YEKÎTİYA NETEWEYÎ GAVEK GIRÎNG E'

Bîrtane anî ziman ku ev gavek girînge ji bo Yekitiya Neteweyî ya Kurdan û wiha dewam kir: "Yekîtî tenê bi ziman çênabe, lê belê ev ji bo yekîtiya neteweyî gaveke girîng û pîroz e. Li Kurdan qirkirineke çandî tê kirin. Di çarçoveya polîtîkayên pişaftinê de bi salan zimanê Kurdî qedexe kirin, Kurd ji bo ku ziman û hebûna xwe biparêzin têdikoşin û heta niha gelek berdêl dan. Divê her aliyên siyasî berjewendî û îdolojiya partiya xwe deynin aliyekî û xizmetê ji ziman re bikin."

 

'JI BO ZIMAN ROJEKÎ DÎROKÎ YE'

Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca jî destnîşan kir, îro rojeke dîrokî ye ku 9 partiyên Kurd ji bo parastina ziman li hev civiyane û got: "Zimanê Kurdî roj bi roj dihele. Salên dawî asîmîlasyon, zext û qedexeyên sîstematîk ên nû li ser zimanê Kurdî zêde bûne. Helbet zimanê Kurdî ji serê sedsalê heta niha bûye hedefa gelek êrîşên bi vî rengî. Asîmîlasyon, qedexe û zextên li ser zimanê me ne nû ne. Em dikarin bibêjin ku polîtîkayên li ser gelê me beriya her tiştî xwe di polîtîkayên li ser zimanê me de nîşan dide. Ewên ku hebûna Kurdan qebûl nakin, beriya her tiştî êrîşî zimanê Kurdan dikin û zimanê Kurdî qebûl nakin. Li gel her tiştî zimanê Kurdî sînoran nas nake û ez bawerim wê ev bibe gavek ji bo Yekîtiya Neteweyî ya Kurd."

'EV DESTPÊKEK E Û GAVEKE ERÊNÎ YE'

Alîkarê Serokê Giştî yê PDK-T Şerefxan Cizîrî jî got: "Ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û fermî em ê vê mijarê bixin rojeva Tirkiyeyê û Neteweyên Yekbûyî. Divê di her aliyê jiyanê de zimanê Kurdî bibe zimanê sereke. Ev destpêkek e û gavek erênî ye. Kurd di warekê de hevbeş dibin yek, tên li cem û bi hev re kar dikin. Daxwaz û xebatên me Kurdan weke hev in. Em dixwazin ev daxwaz bibin platform, encam û bikevin rojeva Kurdan."

'KURDISTAN BI YEKÎTIYÊ RIZGAR DIBE'

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Bakur (PDK-B) Bora Balîng jî got: "Em 9 partiyên Kurdan ji bo zimanê Kurdî li hev civiyan. Pirsgirêka ziman tenê ne pirsgirêka partiyekê ye, pirsgirêka hemû partiyên Kurd e. Dema zimanek nebe zimanê perwerdeyê di nav 200 salî de tine dibe. Niha ev metirsî li ser zimanê Kurdî jî heye. Ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê 3 komên xebatê hatin avakirin. Ev komên hatin peywîrdarkirin wê raya giştî hişyar bikin, daxwazên xwe ji hikumetê re ragihînin û li gorî peymanên navneteweyî kar bikin. Kurdistan bi yekîtiya neteweyî ya Kurdan rizgar dibe. Bi hêvî ne ku ev kar bibe bingeha yekîtiya neteweyî."