Pirtûkên li Tirkiyeyê qedexe, li Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê ne

‘Pirtûkên qedexe’ yên li Tirkiyeyê, ji aliyê Nivîskar Raqip Zarakolû di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de hatin nasandin.

Zarakolû bal kişand li ser pêkanînên AKP’ê yên qedexekirinê û got  ‘sala felaketê’ ye. Zarakolû got ku li Tirkiyeyê tabûya herî bihêz tabûya Kurdan e û wiha domand; “Her çiqas zext weke kevneşopiyekî ya deweletê jî be, têkoşîna azadiyê li Tirkiyeyê kevneşopiya rûmetê ye.”

Li bajarê Elmanya Frankfûrtê 69’emîn fûara pirtûkan a cihanê ya herî mezin tê lidarxistin. Ji 106 welatan ku gelek ji wan ên weşanxane ne, di herêmên cûda de 7 hezar û 150 saziyan stand vekiriye. 13 hezar rojnamevan û nivîskar beşdarî fûarê bûn. Pirtûkên li Tirkiyeyê qedexe jî ji aliyê Wergervan-Nivîskar Ragip Zarakolû ve hate pêşkêş kirin.

‘SALA FELAKETÊ’

Zarakolû wiha got; “Ji mafê azadiyê yê weşanê û hizirandinê  li cihanê tu caran dev jê nehatiye berdan. Di dîroka Tirkiyeyê de jî ti caran dev jê nehatiye berdan. Dîroka Tirkiyeyê di heman demê de dîroka qedexekirina pirtûan e û di heman demê de jî dîroka rojmavanên zîrek e, dîroka yên ku bi azadî dinivîsin û nûçeyan çêdikin. Her çiqas zext kevneşopiyeke  dewletê jî be têkoşîna azadiyê jî kevneşopiyek a rûmetê ya Tirkiyeyê ye. Wê ev kevneşopî jî bidome.”

Wergervan-Nivîskar Ragip Zarakolû di fûara pirtûkan de ji ANF’ê re axivî û diyar got fûara pirtûkan a Frankfûrtê îsal cihekî giring ji bo îfade û  azadiya ramanê daye û ji bo pêşangeh bê vekirin hatine vexwendin.

Zarakolû diyar kir li Tirkiyeyê girtin, qedexekirin piştî  Qanûna Takrîr-î Sukûn a sala 1925’an ve destpê kiriye.

‘TABÛYA  HERÎ BIHÊZ TABÛYA KURDAN E’

Zarakolû diyar kir ku tabûya Kurdan tabûya herî bihêz e  û yek ji tabûyên kevin yê komarê ye û wiha domand; “ Tabûya Kurdan yek ji tabûyên herî kevin yê komarê ye. Ne tenê pirtûkên girêdayî dîroka Kurdan, ferhengên kurdî, hinek caran pirtûkên ku cografyaya  Kurdistanê   nişan didin jî hatin qedexekirin. Car caran ne tenê rengê ala Kurdistanê, hatina gel hev ya her sê rengan jî hatibû qedexekirin. 

Ev tabûya Kurd hinekî bi paş ketibû salên 2000’î lê niha dîsa cor kiriye. Mînak ji Weşanxaneya Aramê tenê 70 pirtûk hatiye qedexekirin û e biryarên qedexekirinê jî bi kêfî têne standin. Dadgehên Cezayê yên Silhê ku ne rayedarê vî tiştî ne, li devereke welêt xwe rayedar dibînini ku qedexeyê bînin ser pirtûkan.

Ango di dema girtinê de pirtûkên ku hatine desteserkirin bi taybetî heke li ser Kurdan, Qirkirina Ermenan an hê çepgiriyê li ser Elewiyan bin ev pirtûk weke delîlên sûc têne qebûlkirin û piştre jî biryara qedexeyê li wan derdixin.’’