Pirtûka berhemên wêjeyê ya Şehîd Denîz Firat derket

Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) pirtûka berhemên wêjeyê ya Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat derket.

Rojnameger Denîz Firat 8’ê Tebaxa 2014’an dema ku berxwedaniya gelê Mexmûr li dijî çeteyên DAIŞ’ê dişopand şehîd bû. Her sal 8’ê Tebaxê ji bo bîranîna Şehîd Denîz Firat Pêşbirka Wêjeyê ya Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat tê lidarxistin.

Pirtûka berhemên pêşbirka 3'yemîn a Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat a sala 2017'an derket. Hûn dikarin ji Pirtûkxaneya Şehîd Reşîd Serdar a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) pirtûkê bigirîn.

 Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat a sala 2017’an ji bo bîranîna herdu şehîdên xwişk û bira Şehîd Sarîna û Şehîd Zîndan hatibû lidarxistin.

Ger hûn bixwazin li ser înternetê Pirtûkên Pêşbirka Çîrok Û Helbestan A Şehîd Denîz Firat bigirin, serî li vê navnîşanê bidin.

 [email protected] bigerin