Pirtûka 'Amara' digihêje ber destê xwendevanan

Bergê destpêkê yê pirtûka "Amara" ku ji aliyê Weşanxaneya Mezopotamyayê ve hate çapkirin, 8'ê Îlonê digihêje ber destê xwendevanan.

Weşanxaneya Mezopotamyayê, bergê destpêkê yê pirtûka "Amara" ku demeke dirêj xwendevan li bendê bûn, 8'ê Îlonê pêşkêş dike.

Pirtûka 'Amara' bergê destpêkê rêze pirtûkên 'Guneş Ulkesînde Dîrîlîş - Vejîna li welatê rojê' û piştî lêkolîneke dirêj û kedeke mezin hate amadekirin. Pirtûk wê li festîvalê pêşkêşî xwendevanan bê kirin. Di pirtûkê de qala gundê Amara tê kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê ji dayik bû.

Pirtûka ku keda gelek kesî di nav de heye, ji aliyê Mehmet Saît Uçlu ve hatiye nivîsandin.

Weşanxaneya Mezopotamyayê her wiha wê bergê destpêkê yê pirtûka "Nasil Yaşamali - Divê mirov çawa bijîn" a Ocalan ku berê ji aliyê Weşanên Serxwebûnê ve hatibû çapkirin, ji nû ve amade kir û wê li festîvalê pêşkêşî xwendevanan bike.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka