Pîrozbahiyên pêşî yên 1. Festîvala Çanda Kurd a Awûstûryayê destpê kirin

Pîrozbahiyên pêşî yên 1. Festîvala çanda Kurd a Awûstûryayê bi konên çandê destpê kirin.

Li paytexta Awûstûya Viyanayê, beriya destpêkirina 1. Festîvala Çanda Kurd li kolanên bajêr kon hatin vedan û çanda Kurd hat nasandin. Kincên rengîn ên jinên Kurd û govendê bala welatiyên li derdorê kişandin. Her wiha dengbêjan jî klamên xwe gotin. Li bajarê Înnsbrûckê jî bi tevlîbûna nivîskar Fûat Kav fîlm hat nîşandan.

Roja Înê wê li bajarê Lînzê kon were vedan, xwarin, muzîk û kincên Kurdî werin nasandin.

1. Festîvala Çanda Kurd a Awûstûryayê jî wê roja Şemiyê saet di 17:00 de li VAZ St. Polten a li bajarê St. Poltenê destpê bike. Ji gelemperiya Awûstûryayê wê Kurdistanî berê xwe bidin qada festîvalê.

Di çarçoveya bernameya festîvalê de Nûarîn, Mem Ararat, Helîmê Omerî, Alî Asker, Bawer Can, Delîl Xidir, Koma Dem, Memo Navdar, Koma Rojava û Koma Hîvron wê derkevin ser dikê. Her wiha Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî wê weke qiseker li festîvalê amade be.

...