Piraniya namzetên HDP'ê diyar bûn

Lîsteya namzetan a HDP'ê ku wê vê êvarê bide Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) zelal bû. Gelek namzetên ji beşên cuda yên civakê di nava HDP'ê de li hev civiyane.

Lîsteya namzetên parlamenteriyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) diyar bûn.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li Stenbolê, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî li Wanê bûn namzet. Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen jî bû namzetê Qersê. Cîgira Serokên Komê Meral Daniş Beştaş jî li Wanê bû namzet.

Garo Paylan ku beriya niha bi nasnameya xwe ya Ermenî çû Meclîsê, ji nû ve bû namzet. Paylan vê carê li şûna Stenbolê, li Amedê bû namzet. Cîgirê Serokê Meclîsê Mîthat Sancar ê bi nasnameay xwe ya Ereb tê naskirin, ji nû ve bû namzetê Mêrdînê. Tûrgût Oker û Alî Kenanoglû yên ji pêkhateya Elewî jî li Stenbolê, Kemal Bulbul jî li Antalyayê bûn namzet. Ji nasnameya Suryaniyan jî Berpirsyarê Tirkiyeyê yê Yekîtiya Suryaniyên li Ewropayê (ESU) Berpirsyarê Weşana Giştî ya Sabro Tûma Çelîk bû namzetê Mêrdînê. Feleknas Ûca ya Êzidî jî ku beriya niha li Amedê hatibû hilbijartin, vê carê bû namzeta Êlihê.

Huda Kaya ku bi nasnameya xwe ya Îslamî li pêş e, li Stenbolê ji nû ve bû namzet. Endamê Kongreya Îslamî ya Demokratîk (DÎK) û hîndekarê Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Nûrettîn Tûrgay li Îzmîrê bû namzet.

Yek ji kesên ku ji bo namzetiyê navê wî dihate bilêvkirin Hevberdevkê HDK'ê Onûr Hamzaoglû bû ku 101 roj in girtî ye. Hate hînbûn ku Hamzaoglû ragihandiye ku wê nebe namzet. Hevberdevka din a HDK'ê Gulîstan Koçyîgît jî li Mûşê bû namzet.

Di lîsteya HDP'ê de du rojnamevan jî hene. Ahmet Şik li herêma 2. a Stenbolê, Tayyîp Temel jî li Wanê bûn namzet.

2 parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî ji lîsteya HDP'ê bûn namzet. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ebrû Gunay û Cengîz Çîçek namzet hatin nîşandan. Gunay li Mêrdînê, Çîçek jî li Wanê bûn namzet.

Omer Ocalan ku kurê Mehmet Ocalan e û hevserokê berê yê Mêrdînê bû, li Rihayê wê bibe namzet.

HDP'ê di lîsteya xwe de cih da tevgerên çep û sosyalîst ên Tirkiyeyê. Ji endamên damezrîner ên TÎP'ê Bariş Atay li hatayê, Ridvan Tûran ku demeke dirêj wezîfeya Serokatiya Giştî ya Partiya Sosyalîst Demokrasî kir û di hilbijartina 7'ê Hezîranê de ji HDP'ê hate hilbijartin li Mersînê, Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Mûsa Pîroglû, ji Federasyona Meclîsên Sosyalîst Dilşad Canbaz, Erkan Baş û Seroka Giştî ya Halkevlerî Oya Ersoy li Stenbolê, Alîkarê Hevserokên Giştî yên ESP'ê Mûrat Çepnî û Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Jinûve Rizgariyê Tulay Hatîmoglûllari li Îzmîrê bûn namzet.

Îmam Taşçier ku bi hewldanên xwe yên ji bo yekîtiya neteweyî tê naskirin ji nû ve li Amedê bû namzet. Hevserokê KCD'ê Bedran Ozturk li Agiriyê, Hevseroka KCD'ê ya girtî Leyla Guven jî li Colemêrgê bûn namzet. Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP) nûsrettîn Maçîn li Rihayê bû namzet.

Fîlîz Kerestecîoglû ku bi nasnameya xwe ya femînîst tê naskirin li Enqereyê, Berdevka Meclîsa Jinan Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî li Agiriyê bûn namzet. Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya beriya niha Serpîl Kemalbay jî li Îzmîrê bû namzet.

Velî Saçilik ku bi çalakiyên "em karê xwe dixwazin" ên li kolana Yukselê ji aliyê raya giştî ve tê naskirin, bû namzetê Enqereyê.

Remziye Tosûn a ku li navçeya Sûr a Amedê di dema êrîşên qirkirinê de bi mehan li Sûrê asê ma û piştî derket bi keça xwe ya 2 salî Bêrîtan Tosûn hate girtin, li Amedê li rêzeke ku teqez bê hilbijartin hate nîşandan.

Hunermend Ferhat Tûnç li Aydin bû namzet, ku HDP li vî bajarî bi îdîa ye.

Nivîskar-akademîsyen Omer Farûk Gergerlîoglû yê bi biryarnameyê ji kar hate derxistin li Kocaeliyê, ekonomîst Erol Katircioglû jî li Stenbolê bû namzet.

Endamê Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê Îdrîs Balûken ku 4'ê Nîsanê hate girtin û hê jî li Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê girtî ye, vê carê li Êlihê bû namzet. Berdevkê heyetê Sirri Sureyya Onder nebû namzet.

Di lîsteya HDP'ê ya Amedê de Serokê berê yê Odeya Tabîban Selçûk Mizrakli di rêza destpêkê de hate nîşandan. Endamên Dîwana Serokatiyê ya KCD'ê Salîha Aydenîz û Mûsa Farisogûllari, Garo Paylan, Hişyar Ozsoy, Îmam Taşçier, Remziye Tosûn, Semra Guzel, Dersim Dag, Abdûrrahman Dûrmûş, Mehmet Temîzyuz û Ferda Fahrîoglû namzet hatin nîşandan.