‘Pêwîst e hunermend Şoreşa Rojava bibînin û bi hunerê bihûnin’

Endamên Koma Awazên Çiya diyar kirin ku li Rojava pêşketinên ku ji her derê cîhanê hê bedewtir pêk tên, gotin; “Yên xwedî îdîa ne ku bi hunera xwe pêşengtiya gel bikin, divê werin Rojava û bibin ziman, deng û rûyê şoreşê.”

Koma muzîkê ya Koma Awazên Çiya ku demek dirêj  di bin sêwana Akademiya Çand û Hunerê ya Şehîd Sefkan de xebatan dimeşîne, konsertên ji bo hêzên xweparastinê û gel li Şengal û Rojava didomîne.

Endamên Koma Awazên Çiya diyar kirin ku berxwedana li Şengal û Rojava ku li dijî çeteyan pêş ketiye, mîna her kesî coşek mezin daye wan jî, gotin ji bo karibin bi saya hunera xwe tevkariyekê bi berxwedan û şoreşa Şengal û Rojava bikin hatine.

Endamên Koma Awazên Çiya anîn ziman ku ji şopa êş û berxwedana li Şengalê ku bi dest pêşmergeyên PDK’ê radestî çeteyên DAÎŞ’ê hate kirin, gelekî bi bandor bûne, îfade kirin ku ji bo Şengalek bi vî şêweyî nebe jî xwerêveberî û xweparastin pêwîst e. Endamên Koma Awazên Çiya bal kişandin ku Şoreşa Rojava ku dikeve sala 5’emîn, nirxên mirovahiyê ber bi jor ve dikşîne û her roj bandora xwe li tevahî herêm û cîhanê berbelav dike, bang li hunermandan kirin ku ji bo karibin êş û berxwedanên destanî yên li Şengal û Rojava rû dane di qada hunerê de zindî bigirin û bi mirovan re bidin nasîn, werin van deran û bibînin.

Endamên Koma Awazên Çiya Hedar Rûbar û Seyîd Riza Sulbus ên li Şengalê konsertên xwe bi dawî kirin û li Kantona Cizîrê ya Rojava stranên xwe bi gel re parve dikin, ji ANF’ê re axivîn.

 ‘BERXWEDAN Û ŞOREŞ MORALÊ DIDE!’

Endama Koma Awazên Çiya Hedar Rûbar diyar kir ku ji ber taybetmendiya koma wan a neteweyî, pêşketin û şoreşa li Rojava ji nêz ve şopandine û kelecan jê girtine û got; “Ji bo em jî karibin di şoreşê de cih bigirin û tevkariyê bikin, hin pêşniyarên me jî çêbûn. Wek TEV-ÇAND’ê her tim daxwazên me çêbûn ku em jî moral û coşa li vir tam bikin, hem di qada hunerê de bidin der û parve bikin. Piştî demek dirêj jî derfetên me çêbûn.”

Rûbar ragihand ku beriya mehekê piştî derbasî Rojava bûne berê xwe dane warê berxwedanê Şengalê û di dewama axaftina xwe de bal kişand ser êş û berxwedana dîrokî ya li Şengalê ku PDK’ê radestî çeteyên DAÎŞ’ê kiribû û wiha dewam kir; “Me xwest em HPG, YJA Star û YBŞ’ê yên bi qehremantiyek mezin civaka Êzidî ji qirkirinek mezin rizgar kirin ziyaret bikin, bi wan re moralekê organîze bikin. Cara yekem ez çûm, lê ji bilî vê jî bûyina li Şengal û Çiyayên wê ku hê jî şopên 74 fermanan lê ye, îxaneta dîroka Kurdistanê û qetlîamên encamên vê, destanên berxwedanê û destanên nû yên qehremantiyê tên pêşkêşkirin, kelecan û moralekî cuda dide.”

Rûbar anî ziman ku destpêkê çûne serdana hêzên ku li dijî îxanet û çeteyan berxwedan û rizgarkirina Şengalê bi dest xistine û wiha dewam kir; “Me bi hev re stranên xwe yên berxwedanê gotin. Li Şengalê di serî de xweparastin, di her qadê de cihgirtina jinên Êzidî em keyfxweş kirin. Bi giştî me li 6 qadên ku hêzên leşkerî lê kom bibûn konsertên xwe li dar xistin. Me bi şervanan re stran gotin, govend gerandin.”

Endamê Koma Awazên Çiya Seyîd Riza Sulbus jî têkîldarî serdana Şengalê ya piştî qetlîamê wiha axivî; “Heta niha têkîldarî Şengalê min gelek tişt bihîstibûn, lê derfeta ziyaretê çênebibû. Bi vê boneyê, me dît, konsert li dar xistin û bi gerê jî me ji nêz ve nas kir. Ez li wir fikirîm ku divê her mîlîtan û kadroyên Tevgera  Azadiya Kurdistanê sosyolojiya Şengal û Êzidxanê baş analîz bike. Eger em vê civakê baş nenasin, wê demê em nikarin bersiva pirsên ku bê çi dîtine, dixwazin çawa bijîn bidin.

Şengalê ji milekî hewayek pîroz bi ser me de herikand û êşên trajediya piştî fermanê bi ser me de berda, ji milê din jî her çiqasî me me ferman nedîtibe jî me dît ku di pêşengtiya PKK’ê de ji bo fermanek din nebînin, li ser lingên xwe bisekinin, bê çawa xwedî li civaka xwe, axa û pîroziyên xwe derdikeve. Me şahidî kir ku bê çawa tevî îxanet û êşan jî xwe nêzî rastiya Neteweya Demokratîk kirine. Me konsertên xwe ne tenê ji bo moraldayinê, her wiha ji bo moral û coşgirtinê jî pêşkêş kir. Me wezîfe û berpirsiyariyên xwe hê zelaltir dîtin.”

Sulbus bi bîr xist ku PDK’e ya bû sedema qetlîamê jî li pey dekûdolabên pir mezin ketiye û hê jî dixwaze vê li ser gelê Şengalê bidomîne û wiha pê de çû; “Gel, ew îxaneta ku PDK’ê kir baş dinase, lewre jî xwedî hêvî ye ku bi berxwedana ku PKK’e pêşengtiya wê dike xwe ji nû ve ava bike. Lewma bi awayekî çalak tevlî xebatên saziyan, YBŞ’ê dibin. Her çiqasî zehmetiyên wê yên jiyanî hebe jî hêviyên gelê Şengalê ji her demê hê zêdetir e. Divê em diyar bikin ku ev çavkaniya xwe ji nirxên berxwedanê yên PKK’ê afirandiî û felsefeya Rêber Apo digire. Gelê Şengalê bi keyfxweşî em pêşwazî kirin. Niha Şengal ne tenê qadek berxwedan û şer e, ew der cihê ku li dijî îxanet û trajediyan warê destanên lehengtiyê ye. Divê em bibêjin ku pêwîst e em ji bo van tevahiyan qadek mezin di nav huner û wêjeyê de veqetînin.”

‘LI SER ŞENGALÊ 2 XEBATÊN ME YÊN HUNERÎ HENE’

Sulbus, di dewama axaftina xwe de got di rojeva wan de têkîldarî Şengalê 2 xebat hene û wiha dirêjî da axaftinê; “Me yek qedandiye. Ev xebata me ya bi navê ‘Derwêşê Azad’ hin milên klasîk ên çanda Kurd jî digire nav xwe. Hê bêtir xîtabî Şengalê dike. Em dikarin çand û ruhê Şengalê li vir bibînin. Xebatek din jî bi temamî li Şengalê ye. em dixwazin vê wek mîzginiyekê bidin. Gelek daxwaz çêbûn ku li ser YBŞ’ê xebatek berxwedanê çêbibe. Me ev daxwaz wek wezîfeyekê daniye ber xwe û em ê li ser bixebitin.”

‘DIVÊ HUNERMEND WERIN QADÊN ŞOREŞÊ Û PARA XWE JI VÎ RUHÎ BIGIRIN’

Endama Koma Awazên Çiya Hedar Rûbar bi bîr xist ku Şoreş bi derfetên kêm û di bin êrîşan de mezin bû û niha bûye hêviya mirovahiyê. Rûbar wiha berdewamî da gotinê; “Ya yekem, divê hunermend werin û di nav vê rastiyê de hunerên xwe bihûnin. Wisa li qorziyan, hestên şoreşê nayên fêmkirin. Ji bo Şengalê jî min bi qismî anîbû zimên. Pêwîst e hunermendên me xwedî li vê şoreşê derkevin, wezîfeyên ku şoreş li milên wan dike rakin û bibin deng, reng û çavên wan. Yên li derveyî, dûrî şoreşê dijîn, nikarin hestên vir fêm bikin. Yên ku moral, hezkirina çavê şervanekî ku ji çeperê derdikeve, ji eniyê tê û konsertê temaşe dike nebîne, fêm nake. Bi hezaran şehîdên me çêbûn, yên bi hevrêyên wan re sohbetê nekin, wan nas neke ti carî nikare hîsên wan fêm bikin. Tenê yên tên vir, dibînin dikarin bi awayekî rast îfade bikin. Ev wezîfeya tevahî derdorên hunerê yên Kurdan û şoreşgeran e. Eger ti tiştî jî nakin, divê werin û li van deran bigerin. Bawer dikim ku wê ji hatina vir hêzek manewî bigirin û karibin xebatên girîng bafirînin.”

Herî dawî Endamê Koma Awazên Çiya Seyîd Riza Sulbus axivî, gotinên Hedar Rûbar nîşan da û got dixwaze zêdetir ji kesên ku derketine derveyî welêt re hin tiştan bibêje. Sulbus axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Niha li Bakurê Kurdistanê gelek hunermend ji ber zilma TC neçar man berê xwe bidin welatên Ewropa yan jî deverên din. Nihal i Rojava ji bo jiyan û hunerê her cure derfet û bingeh hene. Hunermendin çûne qadên cuda yên cîhanê, divê nehatina wan a Rojava mîna rexnedayinekê li xwe bigirin û ji bo derbaskirina vê kêmasiyê jî vegerin sehayên şoreşê. Eger hunermend, berpirsiyar in ku bi hunerên xwe ve pêşengtiya civakê bikin, wê demê nikarin vê ji deverên cuda yên cîhanê bikin. Mirovekî ji civakê qut, nikare bibe tercumanê hest û fikrên wê civakê. Ji bo hunermendan banga me ew e ku bila werin cem civaka ku şoreş dîtî, ji hîs, hest û fikrên wê re bibin tercuman. Li Rojava jî pêşketinên gelekî girîng çêdibin. Bila werin û şahidiyê ji van pêşketinan re bikin. Yên xwedî îdîa ne ku wê pêşengtiyê ji gel re bikin, bila werin Rojava û bibin ziman, deng û rûyê şoreşa wê. Eger ev bibe, wê demê bîranînên Mihemed Şêxo, Cigerxwîn û tevahî hunermendên Kurd wê zindî bimînin. Ji ber ku ev hunermend û helbestvanên me di şertên zor û zehmet de ji bo vî gelî xebitîn. Divê ti kes ji bîr neke ku deynê mey ê wefayê heye. Ji bo huner û hunermend li Rojava gelek derfet hene, em bi hev re van bixin meriyetê.”

...