Pêşangeha 'Konfederalîzma demokratîk a li Kurdistanê'

Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, pêşangeyek bi navê "Şil ya jî Ziwa" hate vekirin û li vê pêşangeha li Muzeya Hunerên Nûjen de wêneyên li ser konfederalîzma demokratîk hatine xêzkirin, tên nîşandan. Pêşangeh wê heta 4'ê Sibata 2018'an vekirî be.

Pêşangeh ji aliyê hunermend Rîchard Leûe ve roja 7'ê Kanûnê vebû. Hunermend Leûe ji romana "Rêwîstiya ber bi Kurdistana wehşî ve" ku yek ji berhemên navdar ên wêjeya Elman e, sûd wergirt û pêşangeh amade kir. Nivîskarê navdar ê sedsala 19'an Karl May, di vê berheman xwe de bi rêya çîrokan hewl dida ji xwendevanên Elman re qala xweza û mirovên li Kurdistanê bike.

Hunermend Leûe jî mîna May li Kurdistanê geriya û wêneyên mirovên ku di vê rêwîtiyê de dît çêkir. Bi van wêneyan jî pêşangeh amade kir.

Hunermendê navborî, di destpêka sala 2017'an de tevî komekê li Başûrê Kurdistanê; li kampa Mexmûrê û Qendîlê geriya û hewl da bi tabloyên çêkirî qala têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê û avabûna konfederalîzma demokratîk li Kurdistanê bike.

Hunermend, dîtina endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn û Dr. Heval Medya di tabloyên xwe de nîşan da. Hunermend di berhemên xwe de bi taybetî balê dikişîne ser xwerêveberiyê.

Weqfa Jurgen Ponto jî piştgiriyê dide pêşangehê. Agahiyên berfireh ên li ser pêşangeyê ji vê navnîşanê dikarin bên peydakirin:

http://mmk-frankfurt.de/de/ausstellungen/aktuelle-ausstellungen/