Pêngava şoreşgerî ya li Serhedê: 55 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser pêngava şoreşgerî ya li Eyaleta Serhedê bîlançoyeke nû weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, di gelek çalakiyên xurt de 55 leşker hatine kuştin û hêzên wan çûne ser 45 ji van cenazeyên leşkeran. Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, 25 TIR û 5 wesayît hatine şewitandin û derb li 2 helîkopterên Kobra hatiye xistin.

Gerîlayên HPG'ê li Eyaleta Serhedê dest bi Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Mahîr, Şehîd Argeş û Şehîd Eylem kiribûn.

Der barê vê pêngavê de 27'ê Gulanê roja Şemiyê hin agahî hatibûn dayin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser pêngava şoreşgerî ya li dijî hêzên taybet ên ji Kayserî, Tokat û Erzîromê hatine anîn, agahiyên berfireh eşkere kir:

"24'ê Gulanê saet di 14:30 de, rêya navneteweyî ya navbera navçeyên Bazîd û Ebexê li trafîkê hate girtin, bi sedan wesayît hatin sekinandin û bi gelê li van wesayîtan re civîn hate lidarxistin. Di dema kontrola rê de, 25 TIR û 5 wesayîtên bi dewleta TC a dagirker re dixebitîn, hatin şewitandin. Danê êvarê saet di 17:00 de ji bo destwerdanê leşker ji qereqola Gulizerkê hatin. Hêzên me derbên xurt li van leşkeran dan. Di encamê de 7 leşker hatin kuştin, 6 leşker jî birîndar bûn ku birîna 2 ji wan giran e. Careke din li leşkerên ji bo destwerdanê ji qereqola Gulizerkê û girê Zorava hatin hat xistin û 3 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Artêşa TC qada vê çalakiyê û derdora wê bi desteka 2 balafirên keşfê bi tank, obus, hawan û kobrayan bombe kir.

24'ê Gulan û 25'ê Gulanê ev herêm bi temamî di kontrola hêzên me yên gerîla de ma. Roja 25'ê Gulanê saet di 05:00 de, leşkerên ji girên Zorava û Gola ji bo destwerdanê hatin qada çalakiyê, ketin kemînê û dor li wan hate girtin. Ev hêza dijmin a dor lê hate girtin, bi temamî hate îmhakirin. Weke ku me beriya niha eşkere kiribûn, li vê derê çekek BKC û 300 fîşekên wê, çekek melez, bombeavêjek û rexta wê, termalek û gelek çente û alavên xwe xwedîkirinê hatin desteserkirin. Ev herêma dor lê hate girtin, bi piştgiriya 2 balafirên keşfê û 2 dronan, bi obus, tank û hawanan hate bombekirin. Wekî din derb li 2 helîkopterên bi tîpa Kobra hate xistin.

Di vê çalakiyê de bi giştî 55 leşker hatin kuştin, ku hêzên me çûn ser 45 ji van cenazeyan û gelek leşker jî birîndar bûn. Çalakiyan welê li artêşa TC kirin, ku nema karibe xwe bilivîne.

26'ê Gulanê bi balafirên şer û helîkopterên Kobra bombe li gelemperiya vê herêmê hatin barandin. Bi obus û hawanan jî bomberdûman hate kirin.

Ev pêngava hêzên me hê dewam dike. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên nû wê piştre bên eşkerekirin."