PDKS: Kurd bi çavên DYA'yê li meseleyê nanêrin

Endamê Komîteya Navendî ya PDKS'ê Gêlo Îsa nerazîbûn nîşanî biryara DYA'yê ya li dijî kadroyên pêşeng ên PKK'ê da û got, gelê Kurd bi çavê DYA'yê li pêşengên xwe nanêre.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurdên li Sûriyeyê (PDKS) Gêlo Îsa, gef û êrîşên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, biryara DYA'yê ya li dijî şoreşgerên têkoşîna azadiyê Cemîl Bayik, Mûrat Karayilan û Dûran Kalkan ji ANF'ê re nirxand.

Gêlo Îsa diyar kir, di ti serdemê de navê Kurdan bi terorê nehatiye hilanîn, Kurd her tim bi têkoşîna li dijî terorê derketine pêş û got, ev yek ji aliyê DYA'yê ve jî baş tê zanîn.

Îsa got, "Dibe ku DYA'yê bi vê biryarê re xwestibe peyama 'Rewşa PKK'ê cuda ye, ya Rojava cuda ye' bide dewleta Tirk. DYA baş pê zane ku ti eleqeya Kurdan bi terorê re nîne. Ji ber ku Kurd bi xwe li dijî terorê têdikoşin û her tim daxwaza aştiyê dikin. Kurdan kengî rahiştine çekê, ev yek ji bo xweparastinê, ji bo têkbirina gefan kirine."

PKK PÊŞENGÊ DOZA KURDAN E

Îsa bi bîr xist, PKK'ê li Bakurê Kurdistanê her tim ketiye nava lêgerîna çareseriya siyasî, di vê çarçoveyê de tevgeriya ye û Kurd jî bi çavê pêşengiyê lê dinerin.

Îsal anî ziman ku PKK'ê gelek caran agirbest ragihand, hewl da rê li ber çareseriyeke siyasî veke û wiha dewam kir: "Lê belê dewleta Tirk ev qebûl nekir. Dest ji înkar û qirkirinê berneda. Kurd mîna DYA'yê û bi çavên dewleta Tirk li pêşengên xwe nanêrin. Em, Partiya Karkerên Kurdistanê ya bi pêşengiya van hevalan weke partiya pêşeng a doza Kurd dibînin. Ev partî di heman demê de ji bo azadî û wekheviya gelan têdikoşe, lê ti carî qebûl nake ku serî bitewîne. Kurd bi vî çavî li PKK û kadroyên wê dinerin, kî bi çi rengî dinere ew pirsgirêka wan e."

JI BO DILÊ DEWLETA TIRK PÊ XWEŞ BIKE

Îsa diyar kir, nêrîna bi vî çavî li PKK'ê û pêşengên wê tê wateya terorîzekirina hemû Kurdan û got, "Em dibînin ku ev biryar ji bo dilê dewleta Tirk pê xweş bikin hatiye girtin. Em careke din dibêjin, ew pêşengên me ne û wê her tim bi vî rengî bin."

DEWLETA TIRK DIJMINÊ KURDAN E

Îsa ragihand, dewleta Tirk ti carî dev ji dijminatiya xwe ya li Kurdan bernedaye û diyar kir, gelê Kurd jî neçar maye li ber xwe bide. Îsa wiha pê daket: "Me di krîza Sûriyeyê de ev yek hîn bi zelalî dît. Bi destê DAÎŞ, El Nûsra û komên qaşo bi navê 'mûxalefeta Sûriyeyê' tevdigerin, hewl da vê yekê bike. Lê ji ber ku bi ser neketin, vê carê ew bi xwe daket qadê. Niha qala rojhilatê Firatê dike û gefan dixwe."

EM VAN POLÎTÎKAYAN QEBÛL NAKIN

Endamê Komîteya Navendî ya PDKS'ê Îsa bi bîr xist, ji roja ku krîza Sûriyeyê rû daye û vir ve gelê Kurd tevî gelên din ên herêmê ji bo azadiyê berdêlan dide û got, "Gefên dewleta Tirk li dijî hemû gel û cihêrengiyên herêmê ne. Êrîşê dibe ser sîstema me ya li vir û naxwaze di paşeroja Sûriyeyê de mafê me yê gotinê hebe. Em vê yekê ti carî qebûl nakin. Me berdêl dan û hîn jî berdêlan didin. Em ê van polîtîkayên dewleta Tirk ti carî qebûl nekin."

DIXWAZE ÇETEYÊN XWE CAREKE DIN BERDE HERÊMÊ

Gêlo Îsa hişyarî da û diyar kir ku gefên dewleta Tirk tê wateya jinûve zindîkirina DAÎŞ û El Nûsrayê. Îsa got, bi vê yekê re dixwaze çeteyên xwe li herêmê belav bike û got, "Em tevî koalîsyona bi pêşengiya DYA'yê têkoşiyan. Me DAÎŞ û çeteyên din ji Minbic, Tebqa, Reqa û Dêra Zorê derxist. Lê dewleta Tirk ew çeteyên me ji herêman derxist, li Îdlibê kom kir û niha dixwaze bi navên cuda berde herêmê. Gelo em ê çawa karibin vê qebûl bikin? Pêwîste DYA jî polîtîkayên xwe di ber çavan re derbas bike. Koalîsyon neçar e di vê mijarê de gelekî bi baldarî tevbigere."