Partiyên Kurdan: Em biryara DYA’yê qebûl nakin

Partiyên Kurdan ên li Rojava li Kobanê di panele de li hev kom bûn, nerazîbûn nîşanî biryara DYA’yê ya li dijî sê kadroyên pêşeng ên PKK’ê dan û diyarkirin ku biryar ji aliyê Kurdan ve nayê qebûlkirin.

Li Kobanê partiyên siyasî, saziyên rêxistinên sivîl û rewşenbîr têkildarî biryara DYA’yê ya li dijî kadroyên pêşeng ên PKK’ê Cemîl Bayik, Mûrat Karayilan û Dûran Kalkan li Kobanê panêlek li dar xistin û nerazîbûn nîşan dan. Panêl li Salona Firat a li Kobanê hate lidarxistin û Partiya Demokratîk a Kurdên Sûriye (PDKS), Partiya Çep a Kurdên Sûriye, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), rêveberiya Kantona Kobanê, nûnerên saziyên rêxistinên sivîl, rewşenbîr, akademîsyen û gelek kes beşdar bûn.

Rêveberê PYD’ê yê Kobanê Bekîr Hecî Îsa di panêlê de axivî û ragihand ku biryara DYA’yê li dijî hemû gelê Kurd e û divê gelê Kurd li dijî biryarê hevbeş tevbigerin. Îsa diyar kir ku DYA bi vê biryarê dixwaze dilê dewleta Tirk xweş bike û wiha domand; “Dema ku çeteyên DAÎŞ’ê li Sûriye û Iraqê her roj bi sedan mirov qetil dikirin yên destpêkê ketin nava tevgeran ev kes bûn. Bi pêşengiya van Partiya Karkerên Kurdistan bû. Ev têkoşîn bi felsefeya Rêber Apo hate kirin. Me li vir li Kobanê dest pê kir û bajar bajar me DAÎŞ paqij kir. DYA û koalîsyona ku pêşengiya wê jî dike şahîdê vê têkoşîna me ne. Erdogan wê rojê kesê herî zêde piştgiriya DAÎŞ’iyan dikir bû. Niha rabûne ji bo dilê Erdogan xweş bikin ev biryar dane û ev biryar ji aliyê gelê Kurd ve nayê qebûlkirin.”

‘EM BANG LI DYA’YÊ DIKIN KU JI BIRYARÊ VEGERE’

Îsa got gelê Kurd bi bedelên mezin têkoşîn gihandiye vê astê û tu caran dev ji vê têkoşînê bernadin û wiha domand; “Divê DYA biryara xwe li ber çavan re derbas bike. Biryara DYA’yê li dijî hemû Kurdan e. Van şoreşgeran emrê xwe ji bo azdiya gelê xwe feda kirine. Bi salan e ji bo gel têdikoşin. Tu caran jî serî li terorê nedaye û DYA jî vêya baş dizane. Em bang li DYA’yê dikin ku ji biryara xwe vegere.”

‘EV BIRYAREKÎ BI TALÛKE YE’

Di panelê de ji Rêveberên Partiya Çep a Kurdên Sûriye ya Kobanê jî Kamûran Kenco axivî û got; “Ev biryar tenê ne lidijî partiyekê ye û ji bo hemû Kurdan gefeke cîddî ye. Em Kurd her roj di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de zarokên xwe dispêrin axê. Ev biryar bêhurmetiya li dijî vê têkoşînê ye. Di heman demê de derbeyek li dijî vê têkoşînê ye. Ji ber ku DYA jî baş dizane kî li dijî DAÎŞ’ê têdikoşe û kî piştgiriyê dide DAÎŞ’ê. Ev biryar ji bo me Kurdan gefeke mezin e û ne ji bo partiyekê ye. Em tu caran vê biryarê nas nakin û bang li DYA’yê dikin ku ji biryarê vegere.”

‘DEMA ŞÊX SEÎD Û SEYÎD RIZA HATÎN DARVEKIRIN MA PKK HEBÛ?’

Endama Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurdên Sûriyeyê (PDKS) Gêlo Îsa jî axivî û diyar kir ku tu caran gelê Kurd xebatên terorê ne kirine û wiha got; “Em li dijî terorê têdikoşin. Lê dewleta Tirk ya ku parçeyek ji Kurdistanê dagirkirî her roj dixwaze têkoşîna gelê Kurd terorîze bike. Divê niha em bipirsin: 1920’an dema serhîldana Şêx Seîd de , li Dersimê, li Agirî, li Zîlanê ma PKK hebû? Dema we Şêx Seîd û Seyîd Riza qetilkirî ma PKK hebû. Yan jî dema Faîk Bûcak hatî qetilkirin ma PKK hebû? Em gel in û PKK jî parazvanê herî mezin yê doza gelê me ye.”

‘WÊ PIRSGIRÊKA BÊBAWERIYÊ AVA BIKE’

Îsa diyar kir ku Kurd bi çavên DYA’yê temaşeyî pêşeng û partiyên siyasî nake û wiha dawî li axaftinên xwe anî; “Em bi çavê DYA’yê temaşeyî rêberê xwe nakin. Em bi DYA’yê re li vir li dijî terorê têdikoşin. Lê biryara DYA’yê ya li dijî rêberên me û tenê ji bo xweşkirina dilê Tirkan e, wê bibe sedema pirsgirêkên bêbaweriyê.”

Panêl bi axaftinên endamên saziyên rêxistina sivîl, rewşenbîr û akademîsyenan bi dawî bû.