Parêzvanên Erdogan dîsa êrîş kirin
Parêzvanên Serokkomarê Tirk R. Tayyîp Erdogan, li bajarê New York ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) careke din êrîşî çalakgerên protestoyî kirin.
Parêzvanên Serokkomarê Tirk R. Tayyîp Erdogan, li bajarê New York ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) careke din êrîşî çalakgerên protestoyî kirin.
Di nava çalakgerên protestoyî de, ku parêzvanên Erdogan êrîşî wan kirin, hin kesên ala YPG'ê hildan jî hebûn.
Li salona ku Erdogan lê diaxivî, komek ji çalakgerên protestoyî ku welatiyên DYA'yî jî di nava wan de hebûn, bi vekirina ala YPG'ê, Erdogan şermezar kirin. Parêzvanên Erdogan êrîşî wan kirin û bi lêdanê derxistin derve. Tê gotin, polîsê DYA jî yek ji çalakgerên protestoyî binçav kirin.
Erdoğan'ın Korumaları New York'ta yine protestoculara saldırdı#ANFHaber pic.twitter.com/3x5i8cSdQY
— ANF_TURKCE (@ANF_TURKCE_) 21. September 2017