Ozkal: Divê em li her cihî bi Kurdî baxivin

Hevserokê Kurdî Derê Haci Ozkal bibîr xist, eger zimanek pê neyê axaftin, wê were ji bîr kirin û got, divê Kurdî li her qada jiyanê bi xurtî were bikaranîn.

Zimanê Kurdî, ku ji malbata zimanê Hînt Ewropa ye û yek ji zimanên herî kevn ên cîhanê ye, di herikîna dîrokê de ji aliyê gelek şaristaniyan ve hatiye bikaranîn û ji Mezopotamyayê heta Kafkasan li erdnîgariyeke berfireh belav bûye. Zaravayê Kirmanckî ku yek ji çar zaravayên bingehîn ên Kurdî ye, di lîsteya UNESCO ya 'zimanên li ber tinebûnê' de cih digire.

Hevserokê Kurdî Derê yê Amedê Haci Ozkal da xuyakirin, ku tevî dewlemendiya xwe jî zimanê Kurdî ji ber polîtîkayên dewletê nebûye zimanê perwerdeyê û got, "Ji ber ku di nava sînorên dewletên cuda de ye û bi ti awayî weke zimanê perwerdeyê nayê qebûlkirin, roj bi roj bi xeteriya xerabûnê, ji bîrkirinê re rû bi rû dimîne."

'DIVÊ ZIMANÊ ME YÊ DAYIKÊ LI HER QADA JIYANÊ BE'

Ozkal diyar kir, bi şiyara 'Bi Tirkî baxive, gelekî baxive' bajar bûne navenda asîmîlasyonê û wiha dewam kir: "Ji ber ku koka Kurdan zexm e û xwedî çandeke gelekî dewlemend e, em dikarin bêjin ku hewldanên asîmîlasyonê li gelek cihan hatine pûçkirin. Lê belê divê ev yek me sist neke. Ji ber ku ev polîtîka roj bi roj tê girankirin. Divê em di mijara ziman de gelekî hesas bin. Ji ber ku ziman mîna av û hewayê ye. Her ziman derdikeve holê, bi pêş ve diçe û eger neyê bi karanîn, tine dibe. Lewma ne tenê li malê; divê em li çiyê, gund, bajaran, li nava wesayîtê, li dibistanan, li nava balafirê, li kar, li her cihî bi Kurdî baxivin."

Ozkal destnîşan kir, ji bo mafê perwerdeya bi zimanê dayikê divê ew heta dawiyê têbikoşin û got, "Kurdên li Başûrê Kurdistanê ji ber ku xwedî statuyeke xweser in, di mijara ziman de jî ti pirsgirêkeke xwe nîne. Li Rojava jî bi sîstema kantonan re bingeha perwerdeya bi zimanê dayikê tê danîn. Li Rojhilatê Kurdistanê bi tenê di asta akademîk de serbestiyek heye. Li Tirkiyeyê jî, di salên dawî de tevî ku bingeheke xwe ya qanûnî nîne li zanîngehan qursên Kurdî hatin vekirin, lê têrê nekir. Ji ber ku ya girîng ew e, ji dema ji dayikbûnê heta mirinê mirov bi zimanê xwe yê dayikê bijîn."

'KARÊN TÊN KIRIN TÊRÊ NAKIN'

Ozkal li ser xebatên Kurdî Derê agahî da û got, "Weke sazî em zimanê Kurdî lêkolîn dikin û bi rêya qursan ji mirovên bixwazin re perwerdeyê didin. Di vê çarçoveyê de me 900 mamosteyên karibin qursan bidin, mezûn kir. 200 ji van 900 kesan bi rengekî dilxwazî tevlî xebatên me yên li ser folklor û zimanê Kurdî dibin û perwerdeyê didin. Jİ bilî vê em tevî Şaredariya Bajarê Mezin kovareke bi navê Folklora Kurdî diweşînin. Ji gotinên pêşiyan heta çîrokan em berhemên wêjeyî di kovarê de diweşînin. Wekî din em pirtûkên li ser muzîk, wêne, xwendin û nivîsandina bi Kurdî çap dikin. Wekî din ne tenê li Amedê em li bajar û navçeyên din jî şaxên xwe vedikin. Di fermiyetê de 36 şaxên me hene. Lê daxwaz heye ku em vê hejmarê zêde bikin. Bêguman xebatên em dimeşînin ji bo Kurdî têrê nakin, lê belê pêwîst in."

Ozkal herî dawî bang li hêzên demokrasî û gelan kir, ku ji bo naskirina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bikevin nava tevgerê û got, "Eger çav ne yê me be, nêrîn jî ne ya me ye. Jiyana bi zimanekî din ne exlaqî û wijdanî ye. Lewma divê her kes ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê têbikoşe."

...