Otopsiya Pirsûsê: Bi 23 gule û kêran hatine qetilkirin

Li Pirsûsê bav û kurên wî yên ku ji aliyê AKP’ê hatibûn qetilkirin, rapora wan otopsiyê hate bidestxistin. Hate hînbûn ku Celal û Adil Şenyaşar ji nêz ve bi çekan hatine kuştin, bavê wan Esvet Şenyaşar jî bi kêran û amûrên tûj hatiye lînçkirin.

Parlamenter û namzetê AKP'ê yê Rihayê Îbrahim Halîl Yildiz û parêzvanên xwe di 14'ê Hezîranê de bi çekan bi ser dikana esnaf Esvet Şenyaşar û zarokên wî de girtin. Di bûyerê de zilamên parlementerê AKP'ê Yildiz, Adil Şenyaşar, Celal Şenyaşar û bavê wan Esvet Şenyaşar bi lîncê û guleyan kuştin. Rapora otopsiyê derket holê ya ku ji malbata Şenyaşar û parêzeran hatibû veşartin. Ajansa Mezopotamyayê rapor bi dest xist.

DOZGER RAPORA OTOPSIYÊ NEDA MALBATÊ

Li gorî zagonan derbarê dosyayê û raporê de biryara sînorkirinê hebe jî pêwîst e rapor û dosya bi malbat û parêzerên malbata kesên hatine kuştin re bê parvekirin. Lê piştî di 14'ê Hezîranê de bûyer pêk hat roja din Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmut Togrul û parêzerê malbata Şenyaşar encama rapora otopsiyê xwestin. Ji bo raporê bistînin demek dirêj bi dozger re hevdîtin pêk anîn. Lê tevî hemû hewldanan dozger rapora otopsiyê neda malbatê û parêzeran.

Celal û Adîl Şenyaşar ên di 14'ê Hezîranê de ji aliyê zilamên parlementerê AKP'ê ve hatin kuştin, beriya jiyana xwe ji dest bidin, bi bîrîndari birin Nexweşxaneya Dewletê ya Dîlokê ya 25 Aralikê. Piştî jiyana xwe ji dest dan cenazeyên wan saet di 21.00'an de birin Saziya Tipa Edlî ya Dîlokê. Saziya Tipa Edlî, bêyî ku agahiyê bide malbatê û parêzeran cenaze otopsî kirin û rapor amade kirin.

JI NÊZ VE GULE LI CELAL ŞENYAŞAR HATIYE REŞANDIN

Di muayineya xarîcî ya beriya otopsiya sîstematîk de hat diyarkirin ku 6 gule ji aliyên cuda ve li bedena Celal Şenyaşar ketine. Hat diyarkirin ku guleya ewil ku li bedena Celal ketiye ji nêzîk ve hatiye berdan û bi armanca kuştinê berdanê. Dîsa hat diyarkirin ku guleyên din ên li bedena Celal ketine ne di asta kuştinê de ne. Di şopê hemû guleyên din de hat diyarkirin ku ji nêzîk ve hatine berdan.

Li gorî daxuyaniya bijîşkê zana ya di rapora otopsiyê de hat diyarkirin ku sedema kuştina Celal Şenyaşar wiha ye: “Mirina kes ji ber guleya çekê ku birîndar kiriye hestiyê femur perçe kiriye, damara mezin birîn kiriye û bûye sedema mirina wî.

LI 14 CIHAN ŞÛNA BIRÎNÊ HENE

Yekîneyên otopsiyê di rapora muayineya xarîcî ya birayê Celal Şenyaşar, Adil Şenyaşar de diyar kirin ku li 14 cihên cuda yên bedena Adil de bi amûrên tûj birîn bûye. Li 14 cihan birinên kûr vebûye. Di rapora yekîneyê de hat diyar kirin ku Adîl Şenyaşar rastî lînceke mezin hatiye.

Di rapora otopsiyê sîstematîk de jî hat diyar kirin ku 17 gule li bedena Şenyaşar ketiye û gule ji çekên çapên cuda li bedena wî hatiye barandin. Ji guleyên ku li bedena Adîl ketine jê 5 gule di asta kuştinê de lê ketine. Ji ber guleyan birîndar bûye lê nebûye sedema mirinê. Tenê 2 gule ji dûr ve lê ketine. Guleyên din ji nêzîk ve li bedena wî hatine barandin. Di raporê de sedema kuştinê jî wiha hat vegotin: Sedema mirina Adil Şenyaşar, bi guleyan hatiye birîndarkirin. Girêdayî birîndarbûnê hestiyên klavikula, parsû û vertebra, iliak ên bask şikestine. Sîng û lebatên hundirê wî birîn bûne. Ji ber xwîn çûye hundirê wî, jiyana xwe ji dest daye."

BAVÊ WAN ESVET ŞENYAŞAR JI 23 CIHAN BIRÎNDAR BÛYE

Bav Haci Esvet Şenyaşar ê ku piştî kurê wî birîndar bûn û çû Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê ve rastî lîncê hat û hat kuştin. Haci Esvet Şenyaşar ku rastî êrîşa lîncê hat, li gorî rapora otopsiyê di 15 Hezîranê saet di 17.00'an de li Nexweşxaneya Dewletêya Dîlokê ya 25 Aralikê jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê bav Şenyaşar saet di 18.45'an de ji bo otopsiyê birine Saziya Tipa Edlî. Piştî biraziyê Esvet Şenyaşar Osman Alî Şenyaşar ji bo şahidiya tespîta nasnameyê anîne salona otopsiyê û piştî tespîta nasnameyê Osman ji salonê derxistin û otopsî kirine. Di raporê xarîcî de hat diyarkirin ku li bedena Bav Şenyaşar bi 7 cihan hatiye birîn. Bedena wî bi 7 cihan bi giranî hatiye birîndarkirin. Dîsa li 23 cihên din birinên ku nebe sedema mirinê hene.

Di rapora otopsiyê ya sîstematîk de jî ji bo sedema mirina Esvet Şenyaşar wiha hat gotin: “Bi gelemperî girêdayî travmayên bedenê ekstermite, sternum, parietooksipitalde ya çep, tabula derve hatine kişandin. Dîsa xwîn çûye ser mejî, xwîn çûne organên hundir. Di encama pnomotoraksê de jiyana xwe ji dest daye. Yanî bi lîncê hatiye kuştin."

Berê jî hatibû diyarkirin ku bav Esvet Şenyaşar bi şûşê cam ên serûman û tupê oksîjenê hatiye lînckirin û bi lîncê hatiye kuştin.