Operasyona Reqayê: Gundê Kesrit Efanê hate rizgarkirin

Di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de gundê Kesrit Efan ê li başûrê Reqayê, piştî şerekî giran hate rizgarkirin.

Li gundê Kesrit Efan ê li başûrê Reqayê, di şerê navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û çeteyên DAIŞ'ê de 4 çete hatin kuştin û termên 2 ji van çeteyan li naverastê man.

Di encama vî şerê dijwar de gundê Kesrit Efan ji dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin.

Şervanên QSD'ê li vî gundî dest bi lêgerîn û paqijkirina ji bermahiyên çeteyan kirin.