NPG'ê Fermandariya Eyaleta Cîlo pîroz kir

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG), ji ber çalakiyên gerîla yên 18'ê Hezîranê yên li Colemêrgê peyameke pîrozbahiyê weşand.

Di peyama nivîskî ya Fermandariya Biryargeha NPG'ê de hate gotin, "Çalakiya ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz de 18'ê Hezîranê li qada Kani Orê ya li ser rêya navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî konvoya leşkerî hate kirin û derbên giran li hêzên dagirker mêtinger hate xistin, çalakiyeke serketî ye."

Fermandariyê wiha dewam kir: "Heman rojê li dijî yekîneya taybet a ji qereqola Gemanê ya li Çelê ji bo danîna kemînê derket, çalakiya sabotajê hate kirin û di qonaxa duyemîn a çalakiyê de bi ruhê fedayî yê Apoyî û cesareteke bilind êrîş hate kirin. Di vê çalakiyê de derbên giran li hêzên dagirker hatin xistin û çalakiyeke serketî hate kirin.

Em fermandariya we û hemû fermandar û şervanên tevlî herdu çalakiyan bûne pîroz dikin û hêvîdarin ku her tim serketî bin. Di van çalakiyan de bi ku performanseke bilind û taktîkî ya dewlemend bêyî dayina windahiyan derbên giran li dijmin hatin xistin, em hemû hevrê û hêzên we yên eyaletê ku tevlî çalakiyê bûne silav dikin.

Ev çalakiyên we di heman demê de bûne derbek û li Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ketine, ku her roj derdikeve ser dikê û bêyî li ber xwe bikeve derewan dike. Zîhniyeta nîjadperest-dagirker û faşîst ku tenê ji bo girtina dengan li Kurdistanê xwînê dirijîne, şer û berxwedana mezin mîna ku nîne nîşan dide û li meydanan bi gotina 'pirsgirêka Kurd nîne, me ev pirsgirêk çareser kiriye' rastiyan berevajî dike. Berxwedana gerîla rastiyan eşkere dike. Rastî ev e; berevajî îdîayên hêzên mêtinger û faşîst ku dibêjin 'me qedand, tine kir', gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê di dema herî serketî û nêzî azadiyê de ne.

Bi gotina, 'Me rêveberiya ku li Qendîlê di civînê de bûn ji holê rakir, ew têk bir, li filan cihî me derbên giran lê dan, paqij kir, ji hev belav dibin' bêyî li ber xwe bikevin derewên herî mezin dikin û bi vî rengî hewl didin civakê bixapînin. Bi vê wesîleyê, em berxwedana lehengiyê ya gerîla ku bersivê dide zîhniyeta faşîst, silav dikin ji hemû gerîlayên Kurdistanê re serketinê dixwazin."