NPG'ê çalakiya 'serketî' ya li Agiriyê pîroz kir

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG), Fermandariya Eyaleta Serhedê ji ber çalakiya 'serketî' ya li Bazîdê ku li dijî artêşa Tirk hate kirin, pîroz kir.

Fermandariya Biryargeha NPG'ê ji bo Fermandariya Eyaleta Serhedê daxuyaniyek weşand. 

Daxuyanî wiha ye:

"Hêzên we yên eyaletê, roja 20'ê Gulanê li bajarokê Gurbûlak ê navçeya Bazîdê li dijî hêzên mêtingeriya Tirk ên bi navê JOH, çalakiyek serketî û encamgir kirin ku peyam da dost û dijmin. Di vê çalakiyê de ku hêzên we yên eyaletê bi rêbaza fedayî kirin, derbeke giran li hêzên dijmin hate xistin û hêzên dijmin windahiyên giran dan. Hem derba giran li hêzên dibihurî hate xistin, hem jî bersiva pêwîst ji hêzên ji hewayî û bejahî hatin destwerdanê hate xistin. Ji ber vê operasyona şoreşgerî ya serketî, bi navê rêveberiya tevgera me em fermandariya we, tîmên tolhildanê yên Şehîd Rêzan û Şehîd Yilmaz ên çalakî kirine û hemû hêzên we yên eyaletê pîroz dikin û serketinê ji we re dixwazin.

Ev operasyona şoreşgerî bi taktîk û ruhê fedayî yê Apoyî yê serdemê hate kirin. Em hemû hevrêyên ku keda wan di vê operasyonê de heye bi hezkirin û rêzdarî silav dikin û di vê serdema girîng a dîroka me ya têkoşînê de, di erk û wezîfeyên şoreşgerî yên pîroz de serketinê wan re dixwazin."