Navê Sînemayê heye, lê eywan tine ye

Sînemaya Yilmaz Guney yek ji nîşanên girîng ên Êlihê bû û zêdetirî salekê ye tabeleya sînemayê hatiye daliqandin, lê belê hîn jî sînema nehatiye çêkirin.

Li Êlihê yek ji nîşane û sembolên girîng Sînemaya Yilmaz Guney bû. Sînemaya Yilmaz Guney di 11'ê Îlona 2016'an de ji aliyê qeyûmê tayînî Şaredariya Êlihê hatî  kirin ve hat girtin. Piştî sînema hat girtin di 30'yê Çileya 2017'an de şewateke ku hat îdîakirin ji ber kontaka ceryanê derketiye, lê belê tê derpêşkirin ku sabotaj e sînema bû xwelî, ev yek bû cihê bertekên tund. Li ser vê qeyûm daxuyanî da ku ew ê ji nû ve sînemayê çê bikin. Lê belê salek di ser re derbas bû, tenê ji aliyê qeyûm ve li şûna sînemaya şewitî tabelaya li ser Sînemaya Yilmaz Guney nivîsandî hatiye daliqandin û sînema hîn jî nehatiye çêkirin. Her wiha qeyûm plan dike ku cihê sînemayê bike qada şîn ya jî mizgeft. Ji bo qeyûm sembola Êlihê Sînemaya Yilmaz Guney çêneke li ser malpera fermî ya şaredariyê dest bi kampanyayê kiriye.

‘SÎNEMAYEK ALTERNATÎF BÛ’

Berpirsyarê Sînemaya Yilmaz Guney yê di dema Şaredariya DBP’ê de Dîcle Anter li ser rewşa dawî ya Sînemayê Yilmaz Guney ji ANF’ê re axivî. Dîcle Anter di 24’ê Kanûna 2017’an de bi KHK’ê îxrac bû. Anter diyar kir ku Sînemaya Yilmaz Guney di sala 2005'an de ji aliyê şaredariya DBP'ê ve hatibû çêkirin û li Êlihê di warê sînemayê de sînemayeke alternatîf bû her sal "Mîhrîcanên Kurte Fîlmên Kurdî" li dar dixistin. Anter da zanîn ku ji bo sînema xwe bigihîne hemû beşên civakê, wê şaredariya DBP'ê di 22'yê Îlona 2016'an de îhaleyeke 550 hezar lîreyî çê bikirana û ewyana sînemayê mezintir bikirana. Lê belê bi tayînkirina qeyûm sînema hat girtin û di di 30'yê Çileya 2017'an de şewateke ku hat îdiakirin ji ber kontaka ceryanê derketiye, lê belê tê derpêşkirin ku sabotaj e sînema bû xwelî. Diyar bû ku zirara vê şewatê zêdeyî milyonek lîre bûye.

‘ŞAREDARIYA ÊLIHÊ BIRYARÊN SOSRET DIDE’

Anter da zanîn ku piştî şewatê bi makîneyên karî sînema hat rûxandin û wiha axivî: “Qeyûm daxuyandibû ku ew ê ji nû ve sînemayê çêbikin û têkildarî vê di malpera şaredariyê de anketeke ku divê sînema çawa be weşand û paşê hat gotin ku wê projeya hatiye qebûlkirin bê çêkirin. Lê belê îhaleya têkildarî sînemayê du caran hat redkirin.  Herî dawî di 25'ê tebaxa 2017'an de îhaleya sînemayê hat kirin, lê belê hîn jî sînema nehatiye çêkirin. Li şûna sînemaya şewitî tabelaya projeya nû hatiye daliqadin lê hîn jî li holê sînema tine ye. Her wiha ji bo sînema bibe qada şîn yan jî sînema were çêkirin li ser malpera şaredariyê kampanya hatiye destpêkirin. Şaredariya Êlihê biryarên sosret dide, li aliyekê qadên şîn qetil dike li aliyê din jî dibêjin em ê sembola bajar bikin qada şîn. Heger hûn ewqas xweza parastin, li aliyê Sînemaya Yilmaz Guney, qereqola polîsan heye û wir bikin qada şîn. Her wiha sembol û qada şîn ya Elihê, Esentep darên şîn birîne û dixwazin li dewsa şînahiya Esentep mizgeft çêkin. Ev ne sosret be ev çiye? Li aliyekê dibêjin em ê sembola bajar xirab bikin û li aliyê din jî sebolek din şînahiya bajar qetil dikin.”

‘ELEQE JI HUNERÊ RE ZÊDE BÛ’

Anter destnîşan kir ku gelê Êlihê xwedî li Sînemager Yilmaz Guney derketiye û dixwazin carek din sînema were çêkirin. Anter di berdewama axaftina xwe de ev tişt got: “Şaredarî deyndarê sînemager Yilmaz Guney e, divê sînema were çêkirin. Gelê Êlihê tev dixwazin sînema bê çêkirin. Bi Sînemaya Yilmaz Guney re ciwan û gelê Êlihê bêhtir eleqe nîşanî çand û hunerê nîşan dan. Sinemaya Yilmaz Guney ne tenê sînema bû, li Êlihê rêveberê hênerê yê ciwanan bû. Her heftî rojên taybet ên zarokan hebû. Şaredariya DBP’ê bi wesayîtên taybet bê pere zarok û ji bo sînemayê ji malên wan digirin û rojên taybet ên zarokan hebû.”