NAV-DEM: Zimanê Dayikê bingeha kesayet û hişmendiya neteweyî ye

NAV-DEM'ê bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê banga xwedîderketina li Kurdî kir.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM), bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev roj li hemû gelên bindest ên cîhanê, bi taybetî li gelên Kurdistanê pîroz kir.

Di daxuyaniya NAV-DEM'ê de bal hat kişandin ser gef û xeteriya li ser zimanê Kurdî û hat gotin, "Zimanê Kurdî bi sedan salan di nava zext û zordariya çewisandin, helandin, pişaftin û qedexeya dagirkeran de dijî."

Daxuyaniya NAV-DEM'ê wiha dewam kir: "Kovara ziman a Fransî 'Le Ferancais Dans Le Monde' di hejmareke xwe de li ser zimanê Kurdî wiha dibêje: 'Li gelemperiya cîhanê, Kurdî di nava zimanên herî zêde tên axaftin de, di rêza 31. de cih digire.' Lê ev nayê wê wateyê ku xeterî li ser zimanê me nîne. Eger em xwedî li zimanê xwe yê dayikê dernekevin, li her qada jiyanê bi kar nînin, wê bê jibîrkirin û tine bibe.

Zimanê Kurdî zimanê dayika me ye!

Zimanê dayikê bingeha kesayet, çand, huner, hişmendiya neteweyî û nirx û rûmeta me ye!

Werin em li zimanê xwe xwedî derkevin!"