NAV-DEM: Em bi Kurdî biaxivin, bi Kurdî bifikirin

NAV-DEMê, cejna zimanê Kurdî pîroz kir û banga xwedîderketina li zimanê dayikê kir. 

Li Elmanyayê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NAV-DEM), ji bo cejna zimanê Kurdî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

NAV-DEM’ê di daxuyaniyê de ev tişt parve kir; “Dewleta Tirk, ji bo zimanê Kurdî tune bike û Kurdistanê ji bîra civakê derîne çi ji dest tê dike. Netewe dewleta tirk, stratejiya xwe ya tunekirina gelê kurd, di dorhêla ‘plana islahata şerqê’ de bi qanûna mecbûrî ya îskanê, bi dadgehên îstîklalê û qedexekirina zimanê kurdî saz kiriye.Ji destpêka dîroka komarê ve dijminatiya herî hov û barbar di salên dawî de ji hêla faşîzma AKP/MHP’ê ve tê meşandin. Ji bo Tirkkirina yek mirovê Kurd jî, zêdebûna gelheya Kurd belav dike û ji bo tunebûna neteweyî pêk bîne her tiştî dike." 

'KURDÎ LI PENABERIYÊ PÊŞ KET'

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Cejna Zimanê Kurdî ya bi pêşniyara zimanzan û wêjevanên zimanê Kurdî weke 15’ê Gulanê hatî pejirandin, ji bo pêşketina Kurdî gelek sûdewar bûye. Îro li Rojava, li Başûrê Kurdistanê di tevahiya fêrgehên destpêk û navîn de, li sê zanîngehên cuda perweda kurdî tê dayîn, bi dehan enstîtu hatine vekirin û di zanîngehên Ewropayê de beşên ziman û wêjeya kurdî hatine vekirin. Di vê de pareke mezin a kadroyên kovara hawar û xwedîlêderketina heye. ji ber qedexeyan mixabin bi salên dirêj li penaberiyê derfetên pêşketinê bidest xistine. 

(...) Azadiya gelekî ancax bi azadiya zimanê wî gelî gengaz e. Azadiya zimanekî jî, ancax ew ziman di hiqûqê navneteweyî de bibe xwedî statûyekî, di jiyana rojane de, di dezgehên perwerdeyê de, weşangerî û ragihandinê de, di siyaset û xwe rêxistinkirinê de, bi kurtasî di her qadê de bi awayekî azad bê bikaranîn ku bikaribe û astengiyên li pêşiya vê bê rakirin ku bikaribe pêk bê. Nexwe zimanekî ji van derfetan bêpar di şert û mercên zext û bişavtina giran de ne gengaz e kuk hebûna xwe bidomîne."

'EM HEBÛN Û RÛMETA XWE YA NETEWEYÎ BIPARÊZIN'

NAV-DEM’ê, di serî de bang li jin û ciwanan kir û wiha derbirand: "Divê di vê çarçovê de bi zimanê dayikê bê fikirîn û hişmendiya wê bê çêkirin. Bi vê hişmendiyê em bang li hemû gelê xwe dikin ku di her qada jiyanê de bi zimanê dayikê biaxivin, xwedî çand û zimanê xwe derkevin."