NAV-DEM ê cejna zimanê Kurdî pîroz kir

NAV-DEM ê bi daxuyanekî nivîskî cejna zimanê Kurdî pîroz kir û diyar kir ku ziman amûrê xurtkirin û parvekirina hiş û hest û hizr û hezkirina kesatiyê ye.

Di daxuyaniya NAV-DEM ê de wiha hat gotin;

“Ziman neynika nasnama mirova ye. Amûrê xurtkirin û parvekirina hiş û hest û hizr û hezkirina kesatiyê ye.  Haveyn û çimentoya hevgirtina netaweyan e, aşbûn û xweşbûn û geşbûna jiyana gel û civakê ye.

Ewqas xwedî rûmet û keramet e, lewma divê di asta cejnê de were bi bîranîn û were pîroz kirin. Li ser vê bîrûbaweriyê, KNK, ji bo  15 ê Gulanê bibe Cejna Zimanê Kurdî, biryar girt û ji bo rayagiştî ragihand.

Piştî vê ragihandinê, hema hema hemû sazî û dezgehên Kurdan ên welatparêz û demokrat li vê biryara hêja xwedî derketîn. Ji  wê rojê û virve êdî bi giranî di nava gelê me de ev Cejna bi rûmet, her sal di 15 ê Gulanê de tê pîrozkirin.

AZADIYA ME Û AZADIYA ZIMANÊ ME BI HEV RE NE!

Her wiha ev roj xwedî wateyek giranbuhayek din jî ye. Di 15 ê Gulana 1932’a de, Kovara HEWAR jimara 1.ji aliyê Celadet Elî Bedirxan ve, weşana xwe despê dike. Di heman Kovarê de, li rûpelê yekemîn, bi van hevokên hêja yên dilgermî û dilsoziya bi ziman ve di neqişîne û di xemilîne:

“Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e.

Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike.

Her kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide nas kirin.

Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide nas kirin.

Lewma ko ziman şerta heyînê a pêşîn e”   

Ji bo parastin û xurtkirina ziman, hezkirin û cejn girîng e, lê ne bes e. Divê li her qadên jiyanê em li zimanê xwe xwedî derkevin û azadiya me û azadiya zimanê me bi hev ve girêdayî ne. Eger zimanê me ne azad be em jî ne azad in!

Ji bo azadkirin û parastina ziman 2 xalên mercên bingehîn hene. 1-Divê ji ziman re çarçoveyek, di asta statuya huqûqî û makezagonî de were damezrandin.2-Divê ziman di her qadên jiyanê de; di perwerde, ragihandin, weşan, rêxistin, siyaset, aborî, bazirganî û hwd.de rojane were bikaranîn.

Bi vê bîrûbaweriya li ser ziman û bi vê hest û hezkirina ji ziman re, dîsa em, Cejna Zimanê Kurdî ya gelê me ya 15 ê Gulanê, bi dil û can pîroz dikin û di welatekî azad de jiyanek bi zimanê azad dixwazin.”