Nasnameya endamên YPS'ê yên li Amedê şehîd bûn

Navenda Çapemeniyê ya YPS'ê ragihand, du endamên YPS'ê Soro Amed û Kawa Farqîn li navçeya Hezro ya Amedê şehîd bûne.

Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, tîmeke wan a ku 16'ê Mijdarê bi erka xwe radibû, li nêzî gundê Zoxbirim ê navçeya Hezro ya Amedê ketiye kemîna leşkerên Tirk ên faşîst. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li vê derê di şer de endamên YPS bi bombeyên destan û çekên ferdî li hêzên dijmin dan. Hejmara kuştî û birîndarên hêzên dijmin baş nehate zelalkirin. Di vî şerî de hevrêyên me Kawa Farqîn û Soro Amed heta kêliya dawî şer kirin û bi lehengî şehîd bûn."

Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"Hevrêyên me Kawa û Soro, ji roja tevlî nava refên têkoşînê bûn û pê ve bi rengekî bêtirs tevgeriyan û bûn milîtanên çalak ên berxwedanê. Hevrê Kawa û Soro ku bi jiyan û sekna xwe cihê xwe di dilê hevrêyên xwe de girtin, bi kîn û hêrsa li dijî dijmin timî ji bo jiyana azad a gelê xwe fedakarî kirin û di nava refên YPS'ê ti carî xwe ji wezîfeyê venegirtine. Şehadeta hevrêyên me Kawa û Soro windahiyek mezin jî be, li ser bingeha hilanîna tola wan de wê têkoşîn bê geşkirin û wezîfeya wan bê biserxistin. Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji malbatên hevrêyên xwe Kawa û Soro û tevahiya gelê Kurdistanê dixwazin. Em soz didin ku em ê tola wan hilînin.

Nasnameya şehîdên me yên YPS'ê wiha ne:

Nasnav: Kawa Farqîn
Nav paşnav: Taniş Memîş
Dayik-Nazîme
Bav: Seyfettîn
Dem û cihê jidayikbûnê: 1996 - Amed
Dem û cihê şehadetê: 16.11.2017 / Amed / Hezro

Nasnav: Soro Amed
Nav paşnav: Ramazan Bûdak
Bav: Îsa
Dem û cihê jidayikbûnê: 1990 / Amed
Dem û cihê şehadetê: 16.11.2017 / Amed / Hezro"