Nasnameya du endamên YPS’ê yên ku jiyana xwe ji dest dane hate ragihandin

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê agahiyên nasnameyê yên du berxwedêrên YPS’ê ku di dema berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dane ragihand.

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê diyar kir agahiyên nasnameyê yên du şervanên bi navê xwe yê kod Soro û Koçer ji ber ku berê zelal nekiribûn, ji nû radigîhînin.

Koordînasyonê diyar kir şervanên ku jiyana xwe ji dest dane bi navê kod Devran Soro, M.Kadrî Otün e ku 1996’an jidayik bûye û her wiha bi navê kod Koçer Goyî, Rojhat Bulut e û 1995’an jidayik bûye. Di daxuyaniyê de hate gotin herdu şervanên YPS’ê jî Hezîrana 2016’an di dema berxwedana xwerêberiyê de jiyana xwe ji dest dane.

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê li ser malpera xwe ya internetê got, du şervanên ku jiyana xwe ji dest dane ji Mexmûrê ne.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: ‘’Du ciwanên leheng ên Mexmûrê li pêş têkoşîna rûdayî sersar nemane, berê xwe dane qadên têkoşînê û alaya YPS’ê bi şanazî hilgirtine. Herdu hevrêyan jî di mewziyên xwe de, li hemû kuçeyên Şirnexê dijmin ji ra hilqetandine, gavekê jî ji berxwedanê bi paş ve neçûne. Herdu hevrêyên me jî bi lehengî şehîd bûne, bûne sembolên berxwedanê yên bajarên me.’’

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê got, ‘’Ji bo ku agahiyên têkildarî şehîdbûnê yên du hevrêyan jî heta niha zelal nebûbûn, ragihandin îro pêk hatiye’’ û wiha lê zêde kir: ‘’ Em sond dixwin ku em YPS alaya du hevrêyan hildin û têkoşînê ber bi serfiraziyê ve bibin,  di serî de malbatên şehîdên me Otun û Bulut em sersaxî didine hemû gelê xwe, êşa wan par ve dikin û em dibêjin, alaya berxwedanê ya ku hevrê Soro û Koçer hildana wê ji bo serfiraziyê her li ba bibe.’’