Nasnameya 4 gerîlayên ku li Sêrtê jiyana xwe ji dest dan hate ragihandin

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên ku li navçeya Baykanê ya Sêrtê, 22’yê Gulanê di şer de jiyana xwe ji dest dan, ragihand.

Di daxuyaniyê de, ku di malpera HPG’ê de hate weşandin, li ser nasname û jiyana têkoşînê ya gerîlayan wiha hate gotin:

‘’22’yê Gulanê li navçeya Baykanê ya Sêrtê, li qada Qela Yûnis di navbeyna komeke hevalê me û artêşa TC’ê ya daigrker de temasek çêbûye. Hêzên dagirker ku bi bejahiyê nekarî bi hêzên me yên gerîla re şer bike bi balafirên şer qada ku hevalê me lê bûn bombe kirine. Di vê bombekirinê de 3 hevalên me şehîd bûne. Hevalê me Kendal ku di heman bombekirinê de birîndar bûyî ji bo ku di destê dijmin de hêsîr nekeve bombeya xwe bi xwe de teqandiye û şehîd bûye.

Nasnameyên gerîlayên şehîd bûyîn wiha ne;

Nasnav: Bervan Şahîn
Nav û Paşnav: Ozan Baran
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik - Bav: Mekiye - Mûstafa
Cih û Dema Şehadetê: Sêrt / 22’ê Gulana 2018’an

Bervan – Ozan Baran

Nasnav: Dijwar Çiyager
Nav û Paşnav: Baran Ozdemîr
Cihê Jidayikbûnê: Sêrt
Navê Dayik - Bav: Medîne - Kadrî
Cih û Dema Şehadetê: Sêrt / 22’ê Gulana 2018’an

Dijwar – Baran Ozdemîr

Nasnav: Harûn Xweza
Nav û Paşnav: Adnan Delîbaş
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik - Bav: Sitî - Alî
Cih û Dema Şehadetê: Sêrt / 22’ê Gulana 2018’an

Harun – Adnan Delîbaş

Nasnav: Kendal Xîzan
Nav û Paşnav: Adnan Çelîk
Cihê Jidayikbûnê: Bedlîs
Navê Dayik - Bav: Melîke - Ekrem
Cih û Dema Şehadetê: Sêrt / 22’ê Gulana 2018’an

Kendal – Adnan Çelîk

Hevalê me Kendal Xîzan li Tetwanê ya Bedlîsê hatiye dine. Hevalê me Kendal ku li nav derdoreke welatparêz mezin bûyî bi xebatên ciwanan dest bi Têkoşîna Azadiyê kiriye. Gelek caran dijmin ew binçav kiriye û demeke kurt li zindanê maye. Piştî ku demekê xebatên milîstiyê kiriye 2010’an tevlî nav gerîla bûye. Hevalê me piraniya gerîlatiya xwe li Xerzanê derbas kiriye, demekê li Qadên Parastinê yên Medyayê jî maye. Hevalê me Kendal hevalekî kedkar û fedekar bûye û li her deverê tim xwe daye karê xwe. Bi dilnizmiya xwe hemû peywirên xwe bi berpirsyarî bi cih aniye, di şer de bûye gerîlayekî zîrek. Li dijî dijminê  qirker di têkoşîna azadiyê de gavekê jî têkoşînê nemaye û bi fedaî şer kiriye.

Hevalê me Harûn Xweza li Başkale ya Wanê hatiye dine. Bi hîsên welatperweriyê mezin bûye, hê di ciwantiya xwe de dest bi xebatên Têkoşîna Azadiya Kurd kiriye. Piştî ku ji derdora malbatê gelek kes tevlî nav gerîla dibin hevalê me Harûn jî hewl dide ku tiştinan bike û di qada legal de dema ku xebat kirî dijmin gelek caran ew girtiye û nêzî sê salan li girtîgehê maye. Piştî ku ji zindanê derdikeve hevalê me Harûn berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û di şerê dijî TC ya faşîst de bi asteke bilind şer dike. Hevalê me Harûn bi demeke kurt de dibe gerîlayekî zîrek, derbasî qada Xerzanê dibe, di şerê Bakurê Kurdistanê de dibe yek ji hevalê me yê herî çalak. Heta ku şehîd bûyî jî ji bo azadiya gelê me têkoşiyaye û bûye yek ji wan lehengên me ku navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivisiye.

Hevalê me Berwan Şahîn li Amedê hatiye dine. Dema zanîngehê tevlî nav xebatên têkoşînê bûye, ji bo ku li dijî zextên dijmin bi rengekî çalak têbikoşe berê xwe daye çiyayên Kurdistanê. Hevalê me Berwan ji ber ku li nav derdoreke welatparêz mezin dibe hîsên welatparêziyê ji kûr ve dijî, di nav gerîla de bi dilsozî û hezkirina li hevrêyên xwe hatiye naskirin. Bi berpirsyariyeke zêde nêzî hemû peywirê xwe bûye û li gorî pîvanên gerîlatiyê tevlê bûye. Hevalê me Berwan bi tevlêbûna xwe ya kedkar û fedelar bala hemû hevalan kişandiye ser xwe, di têkoşîna me ya azadiyê de ya li dijî ijmin her demê çalak bûye.

Hevalê me Dijwar Çiyager li Dihê ya Sêrtê hatiye dine. Pir zû têkoşîna azadiyê nas dike, ji bo ku li dijî şerê îmhayê ya dewleta TC’ê ya qirker raweste tevlî nav gerîla dibe. Li Xerzanê dest bi gerîlatiyê dike û di demeke kurt de pir bi pêş dikeve. Hezkirina wî ya li welat, gel û Rêbertiyê jê re bûye hêz ku heq ji hemû dijwariyan derkeve.  Bi hîsên xwe yên pak, bi dilsoziya bi hevalên xwe re, bi fedaî tevlê têkoşînê bûye û bûye şervanekî zîrek. Heta ku şehîd bûyî jî bi daxwaz û jidilî têkoşîna xwe kiriye û her demê wê were bibîranîn.

Di serî de serê malbatan ên çar hevrêyên me yên ku bi fedaî şer kirine û şehîd bûne, serê gelê me yê welatparêz xweş be û em careke dî sond dixwin ku heta ku em daxwazên şehîdên xwe pêk bînin, em ê têkoşîna xwe bi asta herî bilind bidomînin.’’