Muzîk ahenga gerîla û xwezayê ye

Gerîla li gel şerê giran wêneyan jî xêz dikin, muzîkê jî diafirînin. Rizgar Oremar ê ku meha Tebaxê şehîd bû, bi muzîkê re mijûl dibû.

Gerîlayên li Çiyayên Zagrosê ji aliyekî ve li dijî artêşa Tirk şerekî dijwar dikin, li aliyê din bi hunerê re dibilin. Şert û merc çi dibin bila bibin, gerîlayên azadiya Kurdistanê ji çand û hunerê qut nabin ku beşeke xwezayî ya jiyanê ye. Li her çepereke li Herêmên Parastinê yên Medyayê, her gerîlayek herî kêm çend karan dikin. Hinek jê wêneyan xêz dikin, hinek jî muzîkê diafirînin.

Rizgar Oremar 9'ê Tebaxê li bejahiya gundê Meşkan ê navçeya Geverê ya Colemêrgê tevî hevalekî xwe heta fîşeka dawî şer kir û şehîd bû. Rizgar Oremar jî bi muzîkê re mijûl bû. Li çeperên dijwar ên Zagrosê di destekî wî de tembûr di destê din de jî çeka wî hebû. Oremar beriya şehîd bibe ji ANF'ê re axivî bû:

Hûn dikarin qala jiyana xwe ya beriya tevlîbûna li nava refên gerîla bikin?

Navê min Rizgar Oremar e, ji gundê Oremar ê Colemêrgê me. Sala 1994'an tevlî nava rêxistinê bûm. Heval dihatin gundê me û bandor li min kirin. Me cerdevan û leşkerên çek di destan de timî didîtin. Dema ku çek di destê wan de bûn, mîna ku xwediyê dinyayê ne tevdigeriyan. Lê belê hevalên ku çek di destê wan de bûn, tevî vê yekê jî gelekî dilnizm û bi rêzdarî nêzî me dibûn. Ji xwe piştre ji ber zexta dewletê em neçar man bar bikin navenda Geverê. Li Geverê me êdî li qada siyasî dest bi kar kir.

Bi çi rengî we biryar dan ku tevlî nava refên gerîla bibin?

Tecrîda li ser Rêbertî û şehadeta hevalên ku me ew li gund nas dikir bandor li biryara min a tevlîbûna li nava refên gerîla kir. Min berê 3 caran biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibim, lê belê min kir nekir nebû. Herî dawî xewn û xeyalên min bi cih hatin. Piştî ku cara sêyemîn min xwes tevlî bibim, hevalan qebûl kirin. Malbata min malbateke welatparêz e, çar zarokên min hene.

Ji kengî ve hûn li tembûrê dixin?

Ji zarokatiya xwe ve ez distirêm. Bala malbata min li ser muzîkê ye. Di nava malbata min de çanda dengbêjiyê xurt e. Hîn ez biçûk bûm, mezinên malbatê kilamên dengbêjiyê digotin. Ji zarokatiyê ve bala min li ser tembûrê bû. Wê wextê rewşa me ya aboriyê nebaş bû, em xizn bûn. Malbata min nikarîbû tembûrê bikire. Min jî ji xwe re ji sandoqeke ji text tembûrek çêkir. Û bi wê hînî lêdana tembûrê bûm.

Cihê tembûrê her tim di jiyana min de hebû. Bêguman bi dirêjbûna emr re kêmcaran me li tembûrê xist. Lê piştî ku tevlî nava refên gerîla bûm, min ji jiyana gerîla bêhtir moral girt. Ji çiyayên bedew ên welatê xwe moralê digirim. Li van çiyayan ahenga her tiştî heye. Gerîla pê re aheng e. Dema mirov gerîla be, mirov xwe weke beşek ji xwezayê dibînin. Muzîk êdî ji bo min tê wateya ahengiya gerîla û xwezayê.

Gerîla Rizgar Oremar di dawiya hevpeyvînê de ji me re distirê. Em jî dixwazin dengê wî bigihînin çiyê, gund û bajaran.