Muslim: Li dijî dagirkeriya Tirk em 26'ê Gulanê dakevin qadan

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk wê 26'ê Gulanê li gelemperiya cîhanê bên şermezarkirin. Salih Muslim banga yekîtiyê li Kurdan kir û li dijî zîhniyeta dagirkeriyê ya dewleta Tirk bang kir.

Dagirkerî û hovîtiya dewleta Tirk a li Efrînê û gelemperiya Kurdistanê, wê 26'ê Gulanê roja Şemiyê li gelek welatan bên şermezarkirin. Bi dirûşma "Roja Çalakiyê ya Global a Cîhanê" wê xwepêşandanên protestoyî bên lidarxistin. Ji bo çalakiyên li dijî dagirkeriyê, Prof. Kariane Westrheim, Rev. Fr. Joe Ryan, Thomas Jeff Miley, Federico Venturini, Ulla Sandbæk, Miren Gorrotxategi Azurmendi, Estella Schmid, saziya bi navê Platforma Defend Efrîn û gelek kesayet û saziyên din banga tevlîbûnê kirin. Ji Japonya heta Kanadayê wê li gelek welatan 26'ê Gulanê roja Şemiyê çalakî bên kirin.

'ERDOGAN DIXWAZE ÎMPARATORIYEKE NÛ SAZ BIKE'

Endamê Komîteya Dîplomasiyê ya TEV-DEM'ê Salih Muslim jî bang li her kesî kir ji bo tevlî xwepêşandanan bibin.

Muslim diyar kir ku armanca dewleta Tirk, di serî de Efrîn dagirkirina tevahiya Kurdistanê ye û got, "Dewleta Tirk li ser tinekirina Kurdan û gelên herêmê ava bûye. Xwedî stratejiyeke bi vî rengî ye. Avabûna statuyeke Kurdan li dijî xwe weke xeteriyeke mezin dibînin. Jİ ber vê yekê, li ku dibe bila bibe naxwazin ku Kurd bibin xwedî mafên demokratîk û êrîş dikin. Mîna berê, niha jî bi vê feraset û siyasetê tevdigerin. Di dîrokê de mînakên Kurdistana Sor, Komara Mahabadê û mînaka 1975 a Başûrê Kurdistanê hene. Li Bakurê Kurdistanê ji xwe raperînên mîna yên Şêx Seîd û Seyîd Riza eciqandin. Îro jî êrîşê dibin ser Rojava û dixwazin hemû mafên wan ji dest bigirin."

Muslim destnîşan kir ku Erdogan dixwaze Împaratoriyeke Osmanî li herêmê ava bike û got, "Erdogan dixwaze sînorê xwe û serweriya xwe ya li Rojhilata Navîn berfireh bike. Ji bo vê jî êrîşî her kesî dike. Armanc ew e ku Împaratoriyeke nû ya Osmanî ava bike. Ne tenê li herêmê, dixwaze li tevahiya cîhanê belav bibe. Mejiyê wî û yê Hîtler mîna hev e. Herî dawî li Bosna Herkesê di vê çarçoveyê de axivî. Xwedî mejiyekî talanker e."

'DIXWAZIN EFRÎNÊ JI KURDAN XALÎ BIKIN'

Salih Muslim bi bîr xist ku nêzî 200 hezar mirovên li Efrînê ji cih û warê xwe bûne û wiha dewam kir: "Niha nêzî 130 hezar kes li kampên li Şehbayê dijîn. Bêguman ev mirov dixwazin vegerin cih û warê xwe. Lê belê mirovên li gundên Efrînê dijîn û têkiliya xwe bi kesî re nîne jî, her roj tên revandin û kuştin. Dixwazin Efrînê vala bikin. Li aliyê din, çeteyan ji gelek herêmên din tînin û li Efrînê, li mal û erdê Kurdan bi cih dikin. Bi rêya vê yekê dixwazin demografiya Efrînê biguherînin. Li meclîsan, saziyan, dibistanan bi Tirkî tê axaftin, bi Tirkî perwerde tê dayin. Kurdî hatiye qedexekirin. Efrînê weke parçeyekî Tirkiyeyê dibînin. Bi vî çavî lê dinerin."

'DIVÊ KURD LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN DAGIRKERIYÊ BIBIN YEK'

Salih Muslim anî ziman ku polîtîkayên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ne tenê li Efrînê ye û got, "Ev polîtîka li dijî Başûrê Kurdistanê jî tê meşandin. Bi salan e bi balafiran êrîş dike. Wekî din li gelek cihan baregehên xwe yê leşkerî hene. Niha şer diqewime. Dewleta Tirk êrîşî hemû Kurdan dike. Eger Kurd nebin yek, wê dewleta Tirk bi ser bikeve. Lewma divê her kes li ber vê yekê rabe."

Muslim bi bîr xist ku Erdogan ne tenê gefê li Kurdan dixwe, her wiha bûye belayê serê Yewnanîstanê, hemû cîranên xwe û tevahiya cîhanê. Muslim got, dem hatiye ku êdî pêşî li vî belayî bê girtin. Salih Muslim DYA û welatên NATO'yê bi tundî rexne kir ku tevî vê yekê jî têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re didomînin.

'26'Ê GULANÊ DIVÊ HER KES NERAZÎBÛNA XWE NÎŞAN BIDE'

Salih Muslim bal kişand ser banga "Roja Çalakiyê ya Global a Cîhanê" ku ji aliyê bi sedan siyasetmedar, kesayet, akademîsyen, rewşenbîr û nûnerên saziyên li cîhanê navdar in li dijî dagirkeriya Erdogan hatiye kirin. Muslim got, "Di serî de Kurd, divê hemû dost û hêzên demokratîk li gelek welatên cîhanê li ber van polîtîkayan rabin. Ji ber ku Tirkiye û Erdogan li Sûriyeyê aştî û çareseriyê naxwazin. 7 sal in bi her awayî tevlîheviyê dikin. Yekane berpirsyarê rewşa heyî Erdogan e. Gefê li hemû welatan, gelan û herêmê dixwe. Lewma mirovên aştiyê, demokrasiyê û azadiyê dixwazin, li ku dibin bila bibin roja 26'ê Gulanê divê li dijî dagirkeriyê dakevin qadan û nerazîbûna xwe nîşan bidin."