'Mîrza Mihemed, Gurzek Çîrok ji Herêma Serhedê'

Pirtûka "Mîrza Mihemed Gurzek Çîrok ji Herêma Serhedê" ya lêkolîner û nivîskarê ji Agirî Nîhat Oner ji Weşanên Avesta derket.

Nivîskar 8 salan li Agirî û gundên derdora wê geriya û çîrokên gelê Kurd berhev kir. Pirtûk ji aliyê berhevkirina çîrokên Kurdan ve, yek ji pirtûkên herî berfireh e. Ji ber ku cara yekê ye li ser çîrokên li herêma Agirî pirtûkeke bi vî rengî hatiye amadekirin, weke berhemeke gelekî girîng tê dîtin.

Oner demeke dirêj li ser Berxwedana Agirî lêkolîn kir, li gundan bi şahidan re hevpeyvîn kir. Lê belê piştî demekê, ji ber ku piraniya şahidên Berxwedana Agirî wefat kirin, li gundan vê carê li çîrok û gotinên pêşiyan guhdarî kir. Di encama karekî 8 salan ê bi tenê de Oner 100 çîrokên gelê Kurd, bi hezaran gotinên pêşiyan û destan berhev kir.

Pirtûka "Mîrza Mihemed" ji 264 rûpelan pêk tê. Nivîskar bi ti awayî zimanê orjînal ê çîrokan neguhertiye. Nivîskar dibêje, "Çîrok bi çi rengî ji aliyê çîrokbêj ve hat vegotin, min bi heman rengî weşand. Min bi ti rengî ziman neguhert."