Mirovên li Sûrê dijîn bang li dewletê kirin: Bela xwe ji me vekin

Li gel hemû êrîşên dewletê jî keşeyê dêrê, melayê mizgeftê dayika yixtiyar a ku li ser kavilê mala xwe kon danî û bi zarokên xwe re dijî dibêjin bila dewlet wan rehet berde.

Li Sûrê ya Amedê 2’yê Kanûna 2015’an ‘qedexeya derketine derve’ dest pê kir û piştî 103 rojan şerê giran qedexe hate rakirin. Di ser rakirina qedexeyê re 2 sal derbas bûne. Hilweşandina ku ji 2016’an ve dest pê kirî berdewam dike. Rayedarên AKP’ê yên ku dihatin Amedê li dijî helwesta gel û esnafan gotibûn ew ê Sûrê dîsa bikin ‘navenda dilkêşiyê’ û mînakên Toledo ji wan re vegotibûn. Diyar bû ku ev hemû gotinên wan derew in û plana Îmarê ya Sûrê jî diyar bû. Li 15 taxên  Sûrê, li 368 qadan 6 hezar û 300 parsêl hatin camewerîkirin.

LI SER SÛRYANIYAN QIRKIRINA ÇANDÎ HEYE

Rahibê Dêra Dêrîn a Sûryanî ya Dayika Meryem Yûsûf Akbulut, diyar kir ku di şer de ziyaneke mezin gihaştiye dêrê û got ji bo ku gel ji hev qut bikin, şer kirine hincet û mal xira kirine. Akbulut diyar kir derbarê hilweşandinê pêvajoya qanûnî dane destpêkirin, dewlet ji bo raçînka çandî ya Sûrê biguherîne projeya veguherîna bajêr daye ber xwe, li gel ku şer bi mehan dom kiriye jî wan Sûr bernedane û ji bo ku ew raçîna dîrokî ya Sûrê biparêzin tişta ji dest wan tê wê bikin. Akbulut diyar kir li navçeyê her çendî şer nema be jî hilweşandin didome û her wiha rêveberiya jidiyayî heye. Akbulut diyar kir li tevahiya Sûrê wesayitên zirxî û cihên kontrolê yên polîsan hene û navçe bûye weke qereqoleke dorvekirî. Akbulut her wiha got li ser Sûryanî polîtîkaya qirkirina çandî dikin û wiha domand: ‘’Sûr yek ji wan deverên dawî ye ku çanda xwe em lê dijîn. Heke em ji van deran derkevin em ê nikaribin çanda xwe bijîn. Tenê ji bo vê jî be em ê ji Sûrê dernekevin.’’

Ê KU DÎN Û ÎMANA WAN HEYE DIVÊ LI DIJÎ VÊ ZILMÊ DENGÊ XWE BIKE

Nîmetûllah Esen ê ku li Sûrê melatî dikir û hate îxrackirin dibêje dewlet bawerî û çandên cuda ji xwe re kiriye armanca êrîşê û hem dixwaze avaniya dîrokî ya Sûrê û hem jî çanda Kurdan tine bike. Esen got dîn kirine amûra siyasî ya propagandayê û wiha domand, ‘’Di kîjan dînî û baweriyê de kuştina ev qas mirov helal hatiye dîtin. Li Sûrê mirov hatin kuştin. Mal hatin xirakirin. Ev ne misilmanî ye. Di ti baweriyê de tiştekî wiha nîn e. Bila ji Xwedê bitirsin. Dema ku ciwan dihatin kuştin li ser dîn hewl didan ku xwe bi heq bikin.’’

Esen diyar kir ku bi sedan sal in li Sûrê Misilman, Êzîdî, Sûryanî û gelek bawerî bi hev re dijiyan û got, ‘’Ji ber vê hikûmetê gel li hev bûne dijmin. Niha jî yek ji devera ku gelek bawerî bi hev re dijiyan tê tinekirin. Ê ku dîn û îman bi wan re hebe li dijî vê zilmê wê rabe û dengê xwe derxîne.’’

 ‘SÛR RÛMET E , EM RÛMETA XWE RADESTÎ DEWLETÊ NAKIN’

Bêrîtan Uzan a ku li gel şer jî ji Sûrê derneketî got dewle dixwaze Sûrê vala bike û wiha domand, ‘’Em bimirin jî ji Sûrê dernakevin. Malên me xira kirine. Ciwanên me kuştin. Di ber Sûrê de me her tiştê xwe winda kir. Ji bo ve jî çi jî bikin em ê Sûrê bernedin.’’

Uzan diyar kir ku pere teklîfî wan kirine da ku ji Sûrê derkevin û got, ji wan weye ku dikarin bi pereyan wan bixapînin û ew wan pereyên ku dewletê teklîfî wan kiriye wê bidin dewletê û bila dewlet ji ûrê derkeve. Uzan diyar kir ku dixwazin wan di bînahiyan de bi cih bikin û çanda wantine bikin.

Uzan diyar kir ku ew li Sûrê mezin bûye û got nikarîbûn bi tang û topan wan ji Sûrê derxînin û niha jî bi tiryarekê û fihûşê navçeya wan rezîl dikin. Uzan diyar kir ku ciwan li dijî tiryakê û fihûşê şer dikirin, ew ê şerê wan ji cihê mayî bidomînin û got, ‘’Sûr rûmeta me ye em teslîmî dewletê nakin.’’

LI DIJÎ HILWEŞANDINÊ DI KONAN DE LI BER XWE DIDIN

Malbata Ak piştî ku mala wan hate hilweşandin kon danî, Sûr bernedan û li gel sermayê jî Sûrê naterikîne. Malbata Ak ji gundê Çinarê Kaziktepeyê salên 90’î koçî taxa Alî Paşa a Sûrê kirine û ji bo ku ji Sûrê dernekevin li ber xwe didin. Mevlûde Ak a 56 salî bi 6 zarokan re re ku du jê zarokan biçûk in, dimîne û got, ‘’Zarokên min li vir mezin bûn. Çavê xwe li vir vekirin, em nikarin li devereke dî bijîn. Bi zorê mala me xira kirin lê wê nikaribin konê me hilweşînin. Dewlet dixwaze bi birçîbûn û tîbûnê me terbiye bike. Jixwe bi salan me zilma dewletê dîtiye. Ji kûdera Sûrê bera me bidin jî em ê konê xwe deynin. Mala me ya ku dîwarên hene nîn e, lê koneke me yê seyar heye. Ji bo van malan gelek berdêlan hatin dayin, em ê li vir bi konê xwe li ber xwe bidin.’’