Mîrateya çandî: Tevnkariya tîftîkê ya Sêrtê

Betaniyeyên Sêrtê, ku sedan sal in bi destan tên çêkirin, hê jî di nava çanda Kurdan de xwedî cihekî gelekî girîng e.

Hunera destan, ku yek ji hîmên sereke yên nasnameyên çandî ne, çanda her herêmê bi pêş ve dibin. Hunera destan li çar aliyên Kurdistanê weke mîrateyeke çandî gihîştiye serdema heyî.

Dîroka karê çêkirina betaniyeyan bi destan, digihêje heta salên 1800-1900. Yek ji bajarên girîng ê bi vê hunerê radibe jî, Sêrt e. Betaniyeyên bi mûyê bizinan tên çêkirin, gelekî giranbuha ne. Ji bilî betaniyeyan, her wiha kumik, gore, êşek, sicade, şal û tûrik jî bi motîfên gelêrî hê jî tên çêkirin.

Yûsûf Îşçî yê 56 salî ku hem tevnkariya tîftîkê dike hem jî berhemên li vê derê hildiberînin difiroşe, ji ANF'ê re qala vê hunera ku ji destê bavê xwe hilanî, kir.

'ÇÎROKA HER NEQŞEKÊ HEYE'

Yûsûf Îşçî destnîşan dike, ku li gorî xemla lê tê neqişandin, dema çêkirina her betaniyeyê ji hev cuda ye û di destpêkê de qala serpêhatiya xwe ya tevnkariyê kir: "Mûyê bizinan salê carekê tên qusandin û komkirin. Ev tiftika tê berhevkirin, li gorî rengan ji hev tê cudairin. Li dezgehê jî tê paqijkirin û ziwakirin. Piştre bi teşiyê dikin ta. Dûre ev ta li meqareyê tê bicihkirin... Tevna ji bo çêkirina betaniyeyêk jî li gorî xemla li ser tê neqişandin, rojekê heta 4 rojan dewam dike."

Îşçî anî ziman, kalîteya tîftîkê û rengê wê bandorê li betaniyeya tê çêkirin dike û diyar kir, rengên sereke yên tîftîkê spî, reş û qehweyî ne. Destnîşan kir, ku kalîte jî bi hostatiya tevnkar diyar dibe.

JI TÎFTÎKÊ ŞAL Û ŞAPIK ÇÊDIKE

Yûsûf Îşçî da xuyakirin, ku betaniyeya tîftîkê ya Sêrtê ku li welêt û cîhanê deng vedaye, di serma 30 pile li binê sifirê jî mirovan germ dike û destnîşan kir, ku ew tevna betaniyeya Sêrtê li gorî xeml û rewşa kevneşop a her^meê çêdikin.

Îşçî ragihand, ew di heman demê de Şal û Şapik jî bi vî kevnikî çêdike û berhemên bi vê tîftîkê tên çêkirin heta 50 salan dikarin îdare bikin.

'EM XWEDÎ LI VÊ MÎRATEYA XWE YA ÇANDÎ DERKEVIN'

Îşçî bal kişand ser xeteriya tinebûna tîftîkê û anî ziman, ku ji ber zêdebûna febrîqeyên çêkirina betaniyeyan, hilberîna betaniya tîftîk a Sêrtê jî Kêm bûye. Îşçî got, "Berê bi qasî 300 tevnkar li Sêrtê hebûn. Di dema dawî de ev yek daketiye 50. Tevnkariya li Sêrtê kêm bûye û li ber tinebûnê ye. Ji bo ev mîrateya me ya çandî ya min ji destê bavê xwe rakiriye, çi ji destê min bê ez ê bikim." Îşçî banga xwedîderketina li vê mîrateya çandî kir.