Mînakên Erdogan ên ‘Naziyan’ parêzerê wî yê Elman jî aciz kir

Di doza Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan de ya li hemberî komedyenê Elman Jan Bohmermann vekiribû, parêzerê Erdogan Mîchael-Hûbertûs von Sprenger jî aciz bû.

Tê ragihandin Erdogan ji ber ku siyasetmedarên Elman bi ‘Nazîzmê’ tawanbar dike, parêzerê wî xwe ji dozê vekişandiye.

Erdogan li hemberî Jan Bohmermann ê ku qetlîam û pêkutiyên Erdogan bi awayê qerfî dixist vîdeoyê doz vekiribû û Mîchael-Hûbertûs von Sprenger di vê dozê de parêzertiya Erdogan dikir.

Li gorî nûçeya Meedîa, Erdogan ji ber qedexekirinên mîtîngên wî yên li Elmanyayê yên di meha adarê de ji Serokwezîra Elmanyayê û hin siyasetmedaran gotibû ku “Metodên Naziyan bi kar tînin” û parêzerê wî nerazîbûn nîşanî vê tawanbarkirina Erdogan da.

Von Sprenger di daxuyaniya xwe qala devjêberdana doza Erdogan nekir û diyar kir ku bavê wî jî di dema Naziyan de di girtîgehê de maye.

Von Sprenger di warê qedexekirina vîdeoya qerfî ya li ser Erdogan de ya ku Jan Bohmermann ji bo bernameya Neo Magazin Royalê ji kanala ZDF’ê re amade kiribû, piçekî be jî bi ser ketibû. Lê ji ber daxwaza Erdogan a ku dixwaze vîdeo hemû were qedexekirin û ji ber îtîraza Bohmermann doz didome.