Mîhrîcana Govendên Kurdistanê dest pê dike

Mîhrîcana Govendên Kurdistanê ku weke çalakiya demdirêj a Kurdistaniyên li Ewropayê her sal tê lidarxistin, îsal wê cara 31'ê were lidarxistin. Mîhrîcan wê 18-19'ê Gulanê li Hannoverê pêk were.

Mîhrîcana Govendên Kurdistanê wê îsal cara 31'ê pêk were û 18-19'ê Gulanê li bajarê Hannover ê Elmanyayê bê lidarxistin. Ji herêmên cuda yên Kurdistanê wê îsal 31 komên govendê tevlî mîhrîcanê bibin.

Mîhrîcan wê bi meşa bi sedan lîstikvanê govendê û hunermendan dest pê bike û piştî pêşbirka 2 rojan wê xelat li serketiyan bên belavkirin.

JI SALÊN 1980'Ê Û VIR VE HER SAL BI RENGEKÎ KEVNEŞOP TÊ LIDARXISTIN

Ji endamên Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Govendên Kurdistanê Mûstafa Şahîn qala dîroka mîhrîcanê kir. Şahîn bi bîr xist ku mîhrîcan di destpêka salên 1980'î de li Ewropayê dest pê kir û got, "Kevntirîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Kurdan e ku ji aliyê HUNERKOM'ê ve hate organîzekirin. Bi awayekî fermî sala 1986'an li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê dest pê kir. Ji hingî ve bi rengekî kevneşop her sal tê lidarxistin."

Şahîn diyar kir ku amadekariyên wan qediyane û got, "Ji ber ku her sal tê kirin, di amadekariyan de pirsgirêk dernakeve. Bi mehan e meclîs û komîsyon dixebitin."

ARMANCA MÎHRÎCNÊ PARASTINA ÇANDA KURDAN E

Şahîn işaret bi armanca festîvalê jî kir û got, "Armanc ji mîhrîcanê ew e ku li Ewropayê çanda Kurdan bê parastin. Komên me dixwaze kar û hunera xwe bi gel re parve bikin. Her wiha piştevaniya xwe nîşan bidin. Em ê bi kincên xwe yên gelêrî, bi govend û amûrên xwe li nava bajêr bimeşin. Hunermendên me yên mêvan jî wê derkevin ser dikê. Roja duyemîn jî wê komên me hunera xwe pêşkêş bikin."

Mûstafa Şahîn da xuyakirin ku bi sedan komên govendê li gelemperiya Ewropayê hene û got, nêzî 3 hezar, 3 hezar û pênc sed kes di nava komên govendê de cih digirin. Şahîn diyar kir ku endamên jûrî yên mîhrîcanê wê di gelek beşan de xelatê bidin koman.