Mîhrîcana belgefilman li Amedê destpê kir

Mîhrîcana belgefilman li Amedê destpê kir

2'emîn Mîhrîcana Belgefîlman Filmamed îro di van demjimêran de bi şahiyekê li navenda Çanda Ciwanan ya Cigerxwînê destpê dike.

2'emîn Mihricana Filmamed dê bi tevlîbûna gelek film û belgefilman di navbera 20 û 26'ê gulanê de li Amedê bê lidarxistin. Di vekirina mîhrîcanê de ew dê guhdariya muzîkê û filmê bi navê Dengê Derî ya ku li ser operasyonên leşkerî hatiye çêkirin dê bê nîşandan. Di mihricanê de Koma Erbanê, koma govendê û Koma Rêzdar dê derkevin ser dikê û hunerên xwe pêşkêşî temaşevanan bikin. Mîhrîcana belgefilman dê di 26'ê gulanê de bi xelat dayinan bi dawî bibe.