Mîhrîcana Çanda Kurd li Munsterê pêk hat

Mîhrîcana Çanda Kurd îsal li bajarê Munster ê Elmanyayê pêk hat.

Mîhrîcana Çanda Kurd a Kurdên li Ewropayê, îsal li bajarê Munster ê Elmanyayê pêk hat. 25 komên govendê yên ji welatên Ewropayê beşdarî pêşbirka mîhrîcanê bûn. Komên ji Elmanya, Awûstûrya, Swîsre û Fransayê hatin, hunera xwe pêşkêş kirin. Di encama pêşbirkê de Koma Laliş a ji Celleyê bû yekemîn, Koma Evîna Botan a ji Baselê bû duyemîn, Koma Dîlana Roj Arya ya ji Parîsê bû sêyemîn. Xelata taybet a jûrî jî ji Koma Ronahî û Bêrîvan a ji bajarê Mannheîmê hatî, hate dayin. Koma Gelawêj a ji Baselê jî hêjayî xelata kostumê hate dîtin.

Di destpêka mîhrîcanê de Mûstafa Şahîn axivî û diyar kir, ew dixwazin çanda Kurdan biparêzin û bidomînin.

Ji TEV-ÇAND'ê Ozan Seyîdxan, Hevserokê NAV-DEM'ê Tahîr Koçer û li ser navê Şaredariya Munsterê jî Rîchardt M. Harbenstadt axivîn.

Di mîhrîcanê de Seyda Perînçek, Koma Hezex, Koma Hesî, Dengbêj Tîtale Feyzo, Medî (Melek-Dîlan) û koma govendê ya Rûm Pontûs jî derketin ser dikê.

Pîro Galî xelata yekemîniyê radestî Koma Laleş kir. Galî ragihand, çanda Êzidiyatiyê çandeke qedîm e û xwest, ji bo parastina vê çandê çi divê lazim e bê kirin.

Denîz Kaba ku rêveberê komê ye, di dema wergirtina xelatê de got, ew vê xelatê diyarî mirovên li Şengalê jiyana xwe ji dest dane, dikin.