Merkel û şefê nîjadperestên Tirk bi hev re wêne kişandin

Şefê Ewropayê yê rêxistina nîjadperestên Tirk Cemal Çetîn ku ji aliyê îstîxbarata Elman ve 'tehlûke' tê dîtin û tê şopandin, bi Serokwezîr Merkel re wêne kişand.

Serokê Konfederasyona Tirkên li Ewropayê Cemal Çetîn ku rêxistinbûna MHP û komên nîjadperestên Tirk ên li Ewropayê ye, di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de ji lîsteya MHP'ê bû parlamenter. Çetîn ku di heman demê de Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya MHP'ê ye, piştî ku hate hilbijartin cihê xwe di nava heyeta gera derveyî welat a Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan de girt.

Di dema civîna bilind a NATO'yê de ku 11-12'ê Tîrmeha 2018'an li paytexta Belçîka Brukselê hate lidarxistin, Çetîn bi Erdogan re bû. Şefê nîjadperestên Tirk Çetîn bi Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel re wêneyekî samîmî jî kişand. Wêneyê ku Merkel li rûyê Çetîn dikene û destê xwe dirêjî wî dike, di rojnameya Die Zeit de hate weşandin.

Ji vê nêzîkatiy samîmî ya Merkel tê fêhmkirin ku berê hev nas kirine. Lê belê Federasyona Komeleyên Tirkên Neteweperest a Demokratîk a Elmanyayê ku di bin sîwana Konfederasyona Tirkên Ewropayê de cih digire, ji aliyê îstîxbarata Elman ve tê şopandin.

Federasyona ku salên dawî bi AKP'ê re tevdigeriya û navê xwe di gelek bûyerên nîjadperestiyê de hate bihîstin, ji aliyê îstîxbarata Elman ve di nava saziyên 'tehlûke' de cih digire. Li gorî rapora sala dawî ya Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn ku saziya îstîxbarta navxweyî ya Elmanyayê ye, 10 hezar endamên federasyonê hene.

Îstîxbarat her sal di bin sernavê "Rêxistinên tund ên biyanî yên ne Îslamî ku li ser ewlekariyê xeterî ye" cih dide agahiyên li ser federasyona nîjadperestan. Tê gotin ku nepêkan e îstîxbaratê agahî nedabe Merkel ku şefê nîjadperestan di nava heyeta Erdogan de cih digire.

Daîreya çapemeniyê ya Serokwezaretiya Elman li ser wêne daxuynî neda. Lê belê ev wêneyê Merkel ê bi nîjadperest Çetîn re hate kişandin, rê li ber rexneyên tund ên partiyên mûxalefetê yên li Elmanyayê vekir.

Parlamenterê Partiya Keskan Omîd Noûrîpoûr ji bo wêne got, "Provokasyoneke armanckirî." Berdevkê Polîtîkaya Derve ya Keskan Merkel rexne kir ku kesên destê xwe dirêj dike û silavê dide baş hilnabijêre.

Parlamentera Partiya Çep Ûlla Jelpke jî samîmiyeta Merkel a bi Çetîn re şiband dostaniya Serokwezîrê berê yê Eyaleta Bayernê Franz Josef Straûsse ya bi Alparslan Turkeş re. Jelpke bi bîr xist ku Straûss sozên ji bo nîjadperestan daye Turkeş û rexne kir ku nûnerê MHP'ê ku gelek sûc kirine, weke nûnerê partiyeke 'normal' ji aliyê Serokwezîra Elmanyayê ve mûxatab tê dîtin.