Meclîsa TEV-ÇAND'ê ya Parîsê kongreya xwe ya 7. li dar xist

Meclîsa TEV-ÇAND'ê ya Parîsê, kongreya xwe ya 7. li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Parîsê bi şiyara "Rêberê azad, Kurdistana azad, çand û hunera azad" li dar xist.

Kongre bi beşdariya 100 delege û nûnerên saziyan pêk hat. Delegeyan destnîşan kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karê çand û hunerê gotiye, karekî îdeolojîk e û diyar kirin ku di pêvajoya heyî de huner û siyaset di zikhev de bi rê ve diçin.

Endamên Meclîsa TEV-ÇAND'e bal kişandin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kirin ku divê çalakiyên li dijî tecrîdê dewam bikin.

Di kongreyê de peyamên Hevserokên Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Fransayê (CDK-F) û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Parîsê hatin xwendin. Piştre karê dema bihurî hate nirxandin.

Di dawiya kongreyê de komîteya rêveber a ji 10 kesan hate hilbijartin.