'Me soz dane zarokên Efrîn, Sûr, Cizîr û Bradostê'

Gerîlayan operasyona dewleta Tirk a li Bradostê nirxandin û gotin, "Heta ku em hebin wê dagirker nikaribin bi rehetî tevbigerin. Me soz dane zarokên Efrîn, Sûr, Cizîr û Bradostê ku em ê welatê xwe biparêzin."

Gerîlayên HPG û YJA Starê operasyona artêşa Tirk a ku 5'ê Nîsana 2018'an li herêma Bradostê dest pê kiriye nirxandin. Gerîlayên ku li qada operasyonê ne diyar kir ku dagirkirina Bradost û Efrînê bi heman mejî tê kirin. Gerîlayan gotin, armanca bingehîn a dewleta Tirk ew e ku nehêle Kurd li Rojhilata Navîn bibin xwedî statuyekê û destnîşan kirin, heta ku ew hebin wê nehêlin dagirker bi rehetî tevbigerin.

'ARTÊŞA ME YA FEDAYÎ WÊ BI SER BIKEVE'

Gerîlaya YJA Starê Silîwa Şoreş bi bîr xist ku ew bi doçkayan li dijî balafirên şer têdikoşin û destnîşan kir ku artêşa wan a fedayî wê bi ser bikeve. Silîwa Şoreş got, artêşa Tirk ji bo li gelemperiya Kurdistanê operasyoneke berfireh bike li her cihî êrîş dike û wiha dewam kir: "Vê operasyonê li herêmên Efrîn, Botan, Garzan, Amed û Dersimê dest pê kiriye. Herî dawî li herêma Xakurkê dest pê kirin. Bi teknîka xwe ya pêşketî leşker danîn ser girê Lêlîkanê. Ji 5'ê Nîsanê û vir ve li dijî van êrîşên dagirkeriyê çalakiyên me dewam dikin."

'HETA KU EM HEBIN WÊ DAGIRKER NIKARIBIN BI REHETÎ TEVBIGERIN'

Gerîla Silîwa Şoreş da xuyakirin ku dewleta Tirk hemû derfetên xwe yên teknîkî seferber kiriye û got, "Bi çekên doçka û ferdî me bi saetan li dijî balafiran şer kirin. Em jî li girê Kevortê ne ku li pêşberî girê operasyonê ye. Me bi çavên xwe dît ku hevalan bi doçka derb li kobra xistin. Wekî din me bi xwe dîtin ku di encama çalakiyên sabotajê de gelek ji leşkerên dijmin hatin kuştin. Weke gerîlayên YJA Star û HPG'ê em ê nehêlin ku dijmin kêliyeke bi tenê jî li ser erdê me nefesê bigire. Heta ku em hebin wê dagirker nikaribin bi rehetî tevbigerin. Gelê Kurd xwedî artêşeke fedayî ye ku ji zarokên wan pêk tê. Ji ber vê yekê bila dilê gelê me rehet be. Me soz dane zarokên Efrîn, Sûr, Cizîr û Bradostê ku em ê welatê xwe biparêzin."

'RUHÊ BERXWEDANA EFRÎNÊ LI VIR DEWAM DIKE'

Gerîlayê HPG'ê Artêş Welat ku di operasyonê de cih digire destnîşan kir ku hêza gerîla teknîka dijmin têk biriye. Gerîla Welat diyar kir, ruhê berxwedanê yê Apoyî li her derê deng vedaye û got, "Pênc meh in êrîş li herêma Sîdeka û Gelyêreş tê kirin. Dewleta Tirk ji teknîkê bawer e û dixwaze bi vî rengî Rojava, Bakur û Başûr dagir bike. Em bi zelalî dibînin ku leşkerên Tirk bêyî teknîkê nikarin kêliyekê jî li ber gerîla li ber xwe bidin. Şerê dewleta Tirk şerekî bi teknîkê ye. Hemû hevalên me niha di çeperên xwe de ne û li dijî hêzên dagirker timî çalakiyan dikin. Ruhê berxwedana Efrînê li vê derê dewam dike. Her kesên xwedî ruhê Apoyî ji bo heman armancê şer dike."

LI DIJÎ TEKNÎKA SERDEMÊ, BERXWEDANA SERDEMÊ

Gerîlayê HPG'ê Welat da xuyakirin ku gerîla li her devera Kurdistanê ye û herî dawî got, "Di dem û cihê pêwîst de em derdikevin holê. Leşkerên Tirk baş bi vê zanin û ditirsin ku ji cihê dagir kirine derkevin derve. Rastiya vî şerî berevajî îdîayên medya Tirk e. Leşkerên Tirk bêyî keşfê nikarin ji kozikên xwe derkevin. Hewl didin bi balafirên keşfê xwe biparêzin, lê bi kêr nayê. Çalakiyên me li gel balafirên keşfê û teknîkê pêk tên. Yanî teknîk jî nikare wan biparêze. Weke gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê, em pê bawerin ku bi ruhê têkoşîn û berxwedana serdemê em ê bi ser bikevin û vê bîr û baweriyê em şer dikin."