Mazlûm Heften: Şer li ber deriyê Îranê ye

Endamê Konseya Rêveber a KODAR'ê Mazlûm Heften got, Îranê gelekî hewl da ku nehêle şer bê mala wê, lê belê şer gihîştiye ber deriyê Îranê.

Endamê Konseya Rêveber a Kongreya Civaka Azad û Demokratîk a Rojhilatê Kurdistanê Mazlûm Heften krîza Kendavê, gavên li hemberî Îranê û nêzbûna li hev a Tirkiye-Îranê ji ANF'ê re nirxand. Heften diyar kir, hêzên navneteweyî hewl didin şer bigihînin mala Îranê û destnîşan kir, sedema nêzbûna li hev a Tirkiye û Îranê tirsa ji Kurdan e.

LI PÊŞIYA GUHERTINÊ DU WELAT ASTENG IN

Mazlûm Heften destnîşan kir, Tirkiye û Îran astengên herî mezin ên li pêşiya guhertinên li herêmê ye û got, "Bi pêvajoya ku jê re bihara gelan hate gotin re, pêvajoya guhertinê ya li Tûnis, Lîbya û Misrê dest pê kir, herî dawî li Sûriyeyê dewam kir. Di encama vê pêvajoyê de hin guhertin çêbûn. Lê belê hin hêzên li herêmê di statuya berê de israr dikin. Li herêmê du hêzên sereke hene ku naxwazin guhertin bê kirin. Yek ji van du hêzên dixwazin forma tund a netewe dewletê biparêzin Îran e, ya din jî Tirkiye ye. Îran, ji serdema piştî Medan û vir ve xwedî sîstemeke dewleteke bê navber a 2 hezar 500 salî ye. Ji ber vê yekê rola xwe ya li herêmê sereke ye. Yek ji astengiyên herî mezin ên li pêşiya guhertina sîstemê ye."

ÎRAN HEWL DIDE EMRÊ XWE DIRÊJ BIKE

Heften anî ziman, li hemberî daxwaza guhertinê ya gelan, Îran hewl dide emrê xwe dirêj bike, ji bo vê jî her firsendê bi kar tîne û wiha dewam kir: "Hêzên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe dixwazin sîstema heyî ya li herêmê were guhertin. Sedemeke din jî tengaviya sîstemê ye ku ji ber bê edaletî û zilmê rû daye. Êdî sebra mirovên di nava van sîsteman de dijîn fûriya ye. Guherîn û veguherîn êdî xwe ferz dike. Bêguman Îran ji bo emrê xwe dirêj bike, li hemberî vê hin tedbîran digire. Ji bo emrê xwe dirêj bike, hewl dide ji hemû firsendan sûdê werbigire."

Heften da zanîn, piştî hewldanên entegrekirina Îranê li sîstema navneteweyî, niha jî plana destwerdanê ketiye rojevê û got, "Di dema rêveberiya Obama de DYA hewl da Îranê entegreyî sîstema navneteweyî bike. Hin proje danî holê. Heta cihekî hin serketin bi dest hatin xistin. Peymana li ser nukleerê ya navbera Îranê û cîhana rojava, yek ji van e. Herduyan hewl dan jê sûdê werbigirin. Lê belê piştî ku rêveberiya Trûmp bû desthilatdar, polîtîkaya entegrasyonê ya rêveberiya Obama têrker nehate dîtin. Ji ber vê yekê jî bi gotinên ku Îran destekê dide terorîzmê û gefê li ewlekariya herêmê dixwe, hewl tê dayin sînoran deynin ber Îranê. Mînak; Wezîrê Karên Derve yê rêveberiya Trûmp serdana xwe ya destpêkê li Erebîstana Siûdî kir. Ev yek mesajeke cidî bû ji bo Îranê. Piştre Trûmp herêm ziyaret kir, mohra xwe danî binê hin peymanan û dûre serdana Îsraîlê kir."

PRESTÎJA ÎRANÊ HEJIYA

Heften destnîşan kir, êrîşên li Îranê prestîja Îranê hejandiye û bi berdewamî got, "Hewldanên avakirina NATO ya Ereb, peymanên hatin kirin, peyamên hatin dayin û hê gelek mesajên din, hewldanên ji bo bisînorkirina Îranê ne. Li dû vê li Îranê hin bûyer qewimîn. Berevajî gotinên 'Em ê destûrê nedin ku li Îranê bûyerên terorê biqewimin' û 'Îran ewlekariya xwe ji 500 kîlometre dûrî xwe pêk tîne' yên artêşa îranê, li paytexta Îran Tehranê li du cihên sembolîk êrîş hatin kirin. Yek ji van parlament bû, yek jî goristana Hûmeynî bû. Bi vî rengî prestîja Îranê û ya artêşê li herêmê û di nava gelê Îranê bi awayekî cidî hejiya."

LI ÎRANÊ ENDÎŞEYEKE MEZIN HEYE

Heften diyar kir, krîza Qatarê û hin bûyerên li herêmê diqewimin, mesajên yekser ên ji Îranê re ne û anî ziman, vê rewşê li Îranê rê li ber endîşeyeke mezin vekiriye. Heften got, "Krîza Qatarê jî mesajeke din e. Dorpêçkirina Qatarê ji aliyê welatên herêmê ve, gefeke cidî ye li hemberî Tirkiyeyê. Ji bo Îranê jî peyamek e. Li aliyê din, xistina balafira rejîma Sûriyeyê ji aliyê DYA ve li Sûriyeyê, xistina balafira keşfê ya Îranê, lêdana li hêzên Îran desteka wan dike, ev hemû bûyer dikarin weke mesajên ji Îranê re bên xwendin. Îranê heta niha ewlekariya xwe li derve pêk danî. Lê belê hat dîtin, ku tên û li dilê wê lê dixin. Îran ku di heman demê de pêşengiyê ji Şîa re dike ji aliyekî ve ji Iraqê heta sînorê Sûriyeyê bi rêya Heşdî Şebî hewl dide serdes bibe, li aliyê din jî rejîma Sûriyeyê û hêzên wê hewl didin xwe bigihînin sînorê Iraqê û hîlalê biparêze. Bi vî rengî dixwaze heta Lubnanê xetekê biparêze. Lê belê hêzên navneteweyî destûrê nadin vê. Ji ber vê yekê jî Îran di nava endîşeyeke mezin de ye."

'SERDEMA GEFÊ ÊDÎ LI PAŞ MA'

Heften got, "Gavên li dijî Îranê tên avêtin, êdî ji gefê wêdetir veguherîne rewşeke destwerdanê. Şer êdî nêzî Îranê ye" û wiha dewam kir: "Weke KODAR'ê me berê jî hişyariyên bi vî rengî dabûn Îranê. Yanî me destnîşan kir, ku guhnedana li daxwazên gelan, nenaskirina mafan û xwegirtina ji derve, gefên li ser Îranê mezintir dikin. Dema ku mirov gefên li hundir û derve dinirxînin, dibînin ku di dema pêş de dibe ku mîna Sûriye, Iraq û Lîbyayê li Îranê were. Lê belê bersiva zîhniyeta dewletparêz a li vê yekê, bû dubare ya berê."

'NE ROJAVA NE JÎ ROJHILAT JI TIRKIYEYÊ BAWER DIKIN'

Li ser nêzbûna li hev a Îran û Tirkiyeyê jî Heften got, "Dewleta Tirk berê deriyê dawî yê rojava ber bi rojhilat ve bû. Ev welatê endamê NATO'yê di nava bloka Rojava de cih digirt. Mesela, welatê destpêkê bû ku damezrandina Îsraîlê pîroz kir. Cîhana rojava gelek ji polîtîkayê di ser Tirkiyeyê re dimeşand. Ji ber polîtîkayên AKP û Erdogan êdî ne rojava, ne jî rojhilat ji Tirkiyeyê bawer dikin. Tirkiyeyê hemû têkiliyên xwe bi rengekî bê pîvan qedand. Piştî ku bi tenê ma dixwaze berê xwe bide rojhilat. Dixwaze xwe nêzî Rûsya, Îran û Çînê bike."

ALIYÊ HEVPAR Ê TIRKIYE Û ÎRAN LI DORÊ LI HEV DICIVIN, KURD IN

Li ser sedemên nêzbûna li hev a Îran û Tirkiyeyê Heften wiha axivîn:

- Ya yekemîn; Îran wê kêfxweş be ku Tirkiye ji cîhana Roajva û bloka Siûdî qut bibe.

- Ya duyemîn, aliyê hevpar ê navbera Îran û Tirkiyeyê ew e ku her du jî li dora mijara Kurdan li hev dicivin. Her du dewlet, Kurdên li çar parçeyan weke gefekê li dijî xwe dibînin. Ev yek jî dibe sedem ku Îran û Tirkiye xwe nêzî hev bikin.

'YEKÎTIYA KURDAN WÊ BIBE PÊNGAVEKE STRATEJÎK'

Endamê Konseya Rêveber a KODAR'ê Mazlûm Heften li ser pêwîstiya Kurdan a di vê pêvajoyê de got, "Kurd êdî di şerê sêyemîn ê cîhanê de aktor e û li qadê ye. Eger Kurd dixwazin di vê sedsalê de bibin aktorê sereke û dîrokê binivîsînin, şertê yekemîn yekîtî ye. Pêwîste Kurd bibin xwedî siyaeta hevpar, yekîtî û yek gotinê. Eger me hinekî ders ji dîrokê derxistibin, divê em yekîtiya xwe pêk bînin. Yekîtiya Kurdan wê bibe pêngava herî stratejîk."