Malta Fîles gendeliyên Erdogan deşîfre kir

Tê gotin ristemalê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi sedan milyar dolar e. Di belgeyên Malta Fîles de beşek ji vê derkete holê. Mubarîz Mansîmov û Sikti Ayhan 26 Milyon Euro ‘diyarî’ malbata Erdogan kirin.

Tê gotin ristemalê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi sedan milyar dolar e. Di belgeyên Malta Fîles de beşek ji vê derkete holê. Mubarîz Mansîmov û Sikti Ayhan 26 Milyon Euro ‘diyarî’ malbata Erdogan kirin.

Belge nîşan didin ku gendeliyên  Erdogan sînoran nas nakin. Tora nûçegihanan a ku di nav Yekîtiya Nûçegihanên Lêkolînvan ên Ewropa (EIC) de cih digirin, gendiyên malbata Erdogan û desthilatdariya Erdogan derxiste holê. Lê ev gendelî tenê beşek ji gendeliya malbata Erdogan e. Rojnameya alternatîf a internetê Medîapart beriya nîşan da ku Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim tenê di 10 salan de bûye xwedî ristemalê 140 milyon euro. Heman rojnameyê niha jî gendeliya malbata Erdogan derxiste holê.

Ev lêkolîna têkildarî bihişta bacê xwe dispêrê belgeyên ‘Malta Fîles’. Medîapart dibêje,’’Serokkomarê Tirk pir dewlemend e, lê hûn nizanin bê ka çi qasî dewlemend e’ û şaş dimîne. Muxalîfên Erdogan dibêjin bi milyaran dolaran ristemalê Erdogan heye. Ji ber ku ev dewlemendî bi gendeliyê çêbûye girîng e. Gendeliyên ku li Tirkiyê derketin holê hatin bincilkirin lê vê carê yên li derveyî Tirkiyê bi belgeyan bûne fermî. Erdogan ê ku 2003’yan bûyî desthilatdar di vê maweyê de heta ku jê hat mêt.

TANKÊRA PETROLÊ YA ERDOGAN

Medîpart û hevkarên wan ên EIC’yê cara pêşî operasyoneke veşartî ya malbata Erdogan derxistin holê. Ev operasyon nîşan dide bê ka malbata Erdogan bi bikaranîna desthilatdariyê çendî dewlemend bûye. Rêbazeke klasîk tê bikaranîn. Weke malbata Yildirim, siyasetmedar ji bo ku destê xwe gemarî nekin ji bo karên xwe yê qirêjî endamên malbatê bi kar tînin.

Li gorî belgeyên medîpartê malbata Erdogan bi şîrketên paravan xwedî tankêreke bi navê ‘’Agdash’ê ye. Tanker, li Girava Manê li ser şîrketeke paravan a bi navê Bumerz Lîmîted e. Navê şîrketê ji serê tîpa navê 5 şîrîkanpêk tê. Ango bi vegotine dî navê şîrketê ji kurê Erdodan Burok Erdogan, birayê wî Mustafa Erdodan û zavayê wan Ziya Ilgen tê.

Ev tankêra petrolê ji hêla karsazan ve diyarî Erdogan hatiye kirin. Sikti Ayhan ji bo tankêrê 6,2 milyon Euro ji bo tankêrê da û Mubarîz Mansîmov, ji bo ku keştiyê bi kar bîne 20,3 milyon Euro bi navê ‘kirê’yê da. Malbata Erdogan tenê bi operasyona ‘Agdash’ 26,5 milyon Euro bi dest ve anî.

 

XWEDIYÊ RASTÎ YÊ TANKÊRÊ ERDOGAN E, VAYE BELGEYA WÊ

Xwediyê resmî û rastî yê Agdashê malbata Erdogan e. Li gorî belgeyên EIC’yê paşnavê malbata Ayan e Agdash e. Belgeyên ku derketine holê zava Ziya Ilgen 3 caran destûr daye ku malbata Ayan bav û kur li ser navê wan xebatan bikin. Ziyan Ilgen 25’ê Tebaxa 2014’an ango piştî ku tankêr transferî Belway Lîmîtedê dibe bi sê salan belgeyekê îmze dike û di vê belgeya veşartî de tê bibîrxistin ku xwediyê rastî yê tankêrê şîrketa Pal Shîppîng Trader One a Maltayê tekane hîsedarê wê ye.

Medîpar dibêje, ‘’Agdash îro li perava Ellesmere ya li Kralîyeta Yekbûyî dimîne. Heta niha kesekî nizanibû ev tankêra ku ji rêzê xuya dike sembola gendeliya dewleta Tirk e.’’