Makîneya kuştinê: AKP-II

Desthilatdariya 16 salan a AKP'ê bi zext û zordairya dewletê, bi kuştina mirovan û komkujiyan derbas bû. Di nava 16 salan de bi deh hezaran mirov hatin kuştin.

Balafirên şer ên artêşa Tirk ku 1'ê Tebaxa 2015'an êrîş birin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, bombe li gundê Zergelê yê Qendîlê barandin. Di encamê de 8 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 14 jê giran gelek sivîl birîndar bûn.

Erdogan piştî 13 salan pê hesiya ku wê ji desthilatdariyê bikeve û beriya hilbijartina giştî ya 7'ê Hezîrana 2015'an hişt ku çeteyên DAÎŞ'ê welêt veguherînin gola xwînê. Li Amed, Pirsûs, Enqere û Dîlokê di êrîşên bombeyî de bi sedan kes mirin ku gelek ji wan zarok bûn. 5'ê Hezîrana 2015'an li dijî mîtînga HDP'ê ya Amedê êrîşa bombeyî hate kirin û 4 HDP'yî mirin, 400 kes jî birîndar bûn.

20'ê Tîrmeha 2015'an di Komkujiya Pirsûsê de 33 şoreşger hatin kuştin. Şîn jî nehate ragihandin.

10'ê Cotmeha 2015'an di Komkujiya Enqereyê de herî kêm 100 kes hatin kuştin, 400 kes jî birîndar bûn. Piştî vê komkujiyê Erdogan xwedî li berpirsyarên siyasî derket û kesî îstifa nekir.

Li Dîlokê 20'ê Tebaxa 2016'an li dijî daweteke Kurdan êrîşeke bombeyî hate kirin. 57 kes mirin ku 40 jê zarok bûn û 64 kes birîndar bûn ku rewşa 13 ji wan giran bû.

24'ê Tebaxa 2015'an, li navçeya Hopa ya Artvînê, ji ber polîtîkayên rantê, lehiya ku rabû veguherî komkujiyê. 11 kes mirin.

14'ê Çileya 2015'an, li Cizîrê Nîhat Kazanhan ê 12 salî hate kuştin. Darizandina polîs û leşkerên kujer li aliyekî, ji aliyê Erdogan ve weke qehreman hatin dîtin û payeya wan hate bilindkirin.

Lİ Kuçukarmûtlû ya Stenbolê, 18'ê Cotmeha 2015'an polîsan avêtin ser malekê û Dîlek Dogan a 25 salî kuştin.

Li taxa Xaçort a Wanê, polîsên tîmên taybet 19'ê Nîsana 2016'an avêtin ser malekê û bi çekê Remziye Bor a bi 8 mehan ducanî bû birîndar kirin. Bor piştî 28 rojan jiyana xwe ji dest da.

18'ê Mijdara 2016'an, li taxa Agamast a navçeya Erdîş a Wanê, polîsên Tirk avêtin ser mala malbata Ataman, agir berdan xanî û Hediye Ataman bi saxî kuştin.

Xwendekarê Beşa Muzîkê ya Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Înonu Kemal Kûrkût par dema diçû Newroza Amedê, ji aliyê polîsan ve ji pişt ve hate kuştin.

Di desthilatdariya 16 salan a AKP'ê de nêzî 10 hezar jin hatin kuştin. Ji sala 2002'an heta 2009'an, kuştina jinan 1.400 ji sedî zêde bû.

Li gorî daneyên ÎHD'ê, di şerê vê demê de zêdeyî 10 hezar mirov mirin.

Wekî din, li gorî daneyên fermî, di dema desthilatdariya AKP'ê de 20 hezar û 500 karker mirin.

Li ser mirina ciwan û zarokan daneyên balkêş derketin holê. Li gorî hejmarên fermî, ji sala 2009'an heta 2017'an, 68 zarok û ciwan ên ji 18 heta 21 salî jiyana xwe ji dest dan. Piraniya van bûyerên mirinê jî weke 'mirina bi guman' hatin binavkirin.

Ji sala 2008'an û vir ve, ji ber ku wesayitên zirxî li wan dan, herî kêm 19 zarok mirin, 12 zarok jî bi giranî birîndar bûn.

Di çarçoveya 'Plana Têkbirinê' de li Sûr, Farqîn, Bismil, Cizîr, Silopiya, Hezex, Nisêbîn, Kerboran, Gimgim û Geverê, li dijî berxwedana xwerêveberiyê ya gel qirkirin hate kirin. Erdogan ê ku nekarî xwe li daxwaza xwerêveberiyê ya gelê Kurd rabigire got, "Ya hûnê serî bitewînin, ya jî serê we wê jê bibe". Piştî vê gotinê 338 sivîl hatin kuştin ku 72 ji wan zarok bûn.

Li Cizîrê ku yek ji wan bajaran bû ji aliyê bi hezaran polîs û leşkerên taybet ên Tirk ve hate dagirkirin, Hevserokên Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç û Asya Yuksel jî di nav d ebi sedan berxwedêrên sivîl li jêrzemînan hatin şewitandin.

Wekî din pitika sê mehî Mîray û kalkê wê yê 75 salî Ramazan Înce ji aliyê sekvanên rejîma AKP'ê ve ve hatin kuştin.

Li Silopiyayê, 18'ê Kanûna 2015'an, dayika 11 zarokan Taybet Înan a 57 salî, dema vedigeriya mala xwe hate kuştin û cenazeyê wê 7 rojan li naverastê hate hiştin.

5'ê Çileyê Hevseroka Meclîsa Gel Pakîze Nayir, endama Rêveberiya KJA'yê Sêvê Demîr û endama KJA'yê Fatma Ûyar ên ji bo destekê bidin gel çûn Silopiyayê, bi fîşekên hêzên dewletê hatin kuştin.

Li Nisêbînê dayika 5 zarokan Selamet Yeşîlmen û li Sûrê Fatma Ateş a 57 salî ji aliyê tîm^ne taybet ve hatin kuştin.

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, piştî ku di qenala CNN Turk de roja 14'ê Cotmeha 2015'an got, "PKK rêxistineke terorê nîne, tevgereke çekdarî û siyasî ye" ji aliyê desthilatdarî û çapemeniya Tirk ve hedef hate nîşandan û 28'ê Mijdara 2015'an li Sûrê di dema daxuyaniya çapemeniyê de bi sûîqestê hate kuştin.

Neteweyên Yekbûyî li ser van sûcên li dijî mirovahiyê û komkujiyên ku di dema "qedexeya derketina derve" de hatin kirin, rapor amade kir.