Lîstika nû ya Şanoya Çiya: Dara Jiyanê

Şanoya Çiya, lîstika xwe ya bi navê 'Dara Jiyanê' ku di çarçoveya pîrozbahiyên sala 40. a PKK'ê de amade kir, pêşkêşî gerîla kir.

Koma gerîla ya şanoyê 'Şanoya Çiya' ku di bin sîwana Akademiya Çand û Hunerdê ya Şehîd Sefkan a TEV-ÇAND'ê de dixebite, lîstika xwe ya bi navê 'Dara Jiyanê' ku di çarçoveya pîrozbahiyên sala 40. a PKK'ê de amade kir, pêşkêşî gerîla kir.

Di lîstika nû de qala bûyerên 26-27'ê Mijdara 1978'an ên li gundê Fîsê yê Licê tê kirin û civîna damezrandina PKK'ê û malbata Zogûrlû vedibêje.

Lîstika ku ji alişyê Medya Doz, Ekîn Ronî û Kurdê Tavya ve hate nivîsandin ji aliyê lîstikvanên Şanoya Çiya ve hate amadekirin. Lîstika ku 9 kes dilîzin, 50 deqeyan dewam dike.

Lîstik di çarçoveya pîrozbahiyên sala 40. ên PKK'ê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê 2 caran hate nîşandan û gelekî bal kişand.