Li Wanê şer qewimî: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê hate îdîakirin ku şerek qewimiye û di encamê de 2 kes hatine kuştin.

Hate îdîakirin ku şevê din li kuçeya Eres a taxa Walî Mîthat Bey ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê şer derketiye, di encamê de 2 kes hatine kuştin, 3 polîsên Tirk jî birîndar bûne ku rewşa yekî ji wan giran e.

Şevê dî saet 00.20’an bi dehan wesayitên zirxî kuçe dorpêç kirin, heta berê sibehê dengê çekan hat.
 
ŞAHIDÊN BÛYERÊ VEGOTIN

Şêniyên taxê nedikarîn ji malên xwe derkevin. Şahidên bûyerê ev agahî dan: ‘"Saet 24.00’an tax bi gelek wesayitan hate dorpêçkirin. Saet 00.20’an dengê du guleyan hat. Piştî bêdengiya saetekê dîsa dengê çekan hat û 2 teqînan. Piştre heta 05.00’an dengê çekan qut nebû. Saet 06.00’an jî polîs bi wesayitên zirxî ji taxê derketin."

Şêniyên taxê gotin derbarê kuştî û birîndaran agahiya wan tine. Hate gotin ji malbata Şahîd Halît Şahîn û hevjîna wî, Ayhan, Ayfer, Fethullah Şahîn û keça wî ya zewicî Şehrîban Mamûk hatine destgîrkirin.
Panzêrên ku ketin bexçeyê malekê ziyan dane dîwar û darên fêkî. Her wiha li gelek deveran şopa xwînê maye.

Walîtiya Tirk a li Wanê derbarê bûyerê got, "2 kesên ku 'di haziriya çalakiyê de bûn' hatine kuştin, 1 jê bi giranî 3 polîs birîndar bûne û 6 kes jî hatine destgîr kirin."