Li Torontoyê Festîvala Çanda Kurd û Aştiyê

Li Torontoyê, 15. Festîvala Çanda Kurd û Aştiyê hate lidarxistin.

Li bajarê Toronto yê Kanadayê, 15. Festîvala Çanda Kurd û Aştiyê bi beşdariya bi hezaran kesî pêk hat.

Tevî Xemgîn Bîrhat û Grûp Bajar, Hozan Ferît Genç, Gokçe Erzîncan, Mehmet Sero, Alî Koçyîgît jî derketin ser dikê. Di festîvalê de bi govend hate gerandin û çanda Kurd hate nasandin.

Ji Parlamenterên Federal ên Kanadayê Rober Olîphant û Mîchal Levîtt jî beşdarî festîvalê bûn û axivîn.