Li Strasboûrgê ji bo Ocalan greva birçîbûnê dest pê kir

Bi armanca ku CPT têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berpirsyariya xwe bi cih bîne, li Strasboûrgê greva birçîbûnê ya ji bo 5 rojan îro dest pê kir

Bi banga KCDK-E’yê ji hemû welatên Ewrûpayê, siyasetmedar, nûnerên saziyan, şaredar, rewşenbîr, hunermend û saziyên dostên Kurdan dest bi greva birçîbûnê kirin.

Ji bo ku CPT li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkeve tevgerê, ev greva birçîbûnê tê lidarxistin.

Çalakgerên greva birçîbûnê saet di 11.00’an de li pêşiya avahiya Konseya Ewrûpayê kom bûn. Li ser navê çalakgeran Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç axivî. Koç çalakger silav kir û diyar kir ku ji xeynî saziyên Kurdan, gelek sazî, komele û federasyonên ji Tirkiyeyê tevlî vê çalakiyê dibin.

Di nav çalakgerên greva birçîbûnê de hevşaredarên ku AKP’ê bi awayekî bêhiqûq ew ji peywirê girtine, parlementerên HDP’ê Tûgba Hezer û Faysal Sariyildiz jî hene. Nûnerên Partiya Keskan û nûnerên gelê Siryan jî tevlî çalakiya greva birçîbûnê dibin.

Hefteya borî CPT’ê diyar kiribû ku, di serê vê mehê de heyetek çûye Tirkiyeyê, lê bi Ocalan re hevdîtin nekirine. Hatibû îddîakirin ku heyet li ser rewşa Ocalan bi wezîrên Tirkiyeyê û rayedarên wezaretan re civiyaye. Lê têkildarî bersivên rayedarên Tirkiyeyê tu agahî nehatibû dayîn.