Li Stenbolê fuara pirtûkan dest pê kir

Fuara Pirtûkan a Navnetewî ku îsal cara 35’an pêk tê, bi merasîmekê deriyê xwe ji xwendekaran re vekir.

Fuara Pirtûkan a Stenbolê ya Navnetewî ku her sal ji hêla nîv milyon însan ve tê ziyaretkirin, îsal cara 35’an ku tê vekirin. Fuar îro bi merasîmekê deriyê xwe ji xwendekaran re  vekir.

Fuara Pirtûkan a Stenbolê ku heta 20’ê Mijdarê wê vekirî bimîne, wê xwendekaran ji hundir û derve wê bi gelek nivîskaran re bîne cem hev.